Sercan, serkar, çawîş, serjant payeyek di leşkeriyê de ye. Di artêşên klasîk de payeya wan ji serdeste jortir, ji efser nizmtir e. Herwiha li gelek welatan saziyên polîsan jî vê rutbeyê bikartînin.

Rutbeya sercanên estonî

Wateya bêjeyê biguhêre

Kurdên Bakurê Kurdistanê pirranî bêjeya çawîş bikartînin lewra tirk jî wisa dibêjin. Dibe ku bi bandora artêşên rojavayiyan be ku gelek caran li Kurdistanê mane bêjeya Sergent, Sergeant kurdan jî gotibin sercan. Kurdên YKSSê, heger peyveka kurdî nebe yan hatibe jibîrkirin, ji dêl wê ve pirranî termînolojiya rûsî bikartînin.

Erka çawîşan biguhêre

Di sazûmaniya ferman kirinê de, sercan di navbera efser û serdeste, herwiha efser û leşker (leşkerî)an de karê ragihandin, têkilîdanîn û ferman kirinê bicih tîne. Gorî pêdiviyan hejmara sercanan kêm an zêdetir dibin.