Seleteya Mûsilê, Seleteya pîleweran, seleteya serafan, seleteyeke çorsane ye. Heman selete li Ewropayê jî heye.

Li bakurê Kurdistanê jî tê xwarin lê di binavkirinan de standardiyekê nîne, her herêm bi navekê cuda binav dike. Pêjgeha kurd de selete pirranî bi rengdêran tên binavkirin. Li bakurê Kurdistanê ji ber asîmîlasyonê, kurd navên hin xwarinan bi romî (tirkî) jî bikartînin. Bi romî jê re türk çoban salatasi dibêjin.

Berkeliya (melzemeyê) vê seleteyê biguhêre

  • 4 pelên teze yên pûjanê
  • 1 serî pîvaza sor
  • 2 ta pîvaza teze
  • 3 fringî (bacanê sor, pamîdor, tomatos)
  • 4 ta bexdenûs
  • Bi qasî spîçkeyek (kibrît, derbik) penîrê spî yê malê
  • 2 îsotên dirêj ên heşîn (tûj an ne tûj li ser daxwazê ye)
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê zeytê
  • 1 xiyar
  • 1 lîmon (ava wê)
  • Xwê (solin)

Çêkirin biguhêre

Zebzeyên xwe hûr bikin, xwê, penîr, ava lîmonê û rûnê zeytê tevlî bikin.