Selah Jidîd Yan Selah Cidîd (1926 – 19 tebax, 1993, erebî: صلاح جديد) General û siyasetmedarekî siyasî bû ku endamê Partiya Baes li Sûriyeyê bû herwiha ji sala 1966an heta 1970ê serokê de facto yê Sûriyeyê bû.

Selah Cidîd
biguhêreBelge

Jiyan û karên wî yên pêşî

biguhêre

Cidîd di sala 1926an li gundê Diwêr Biebdayê ya nêzîkî berava bajarê Ceblê ya ku girêdayî parêzgeha Laziqiyê ye ji dayik bûye. Li malbateke Elewî ji dayik bûye. Herwiha hinek rapor hene ku dibêjin ku ew bi xwe di sala 1924an de ji dayik bûye. Li Akademiya keşkerî ya Humsê xwendiye û sala 1946an tev li artêşa Sûriyeyê bûye. Cidîd di eslê xwe de endamê Partiya Neteweperwer ya Sosyalîst ya Sûrî bû lê piştî wê û di salên pêncî de ,bû andamê partiya baesa sosyalîst ya erebî bû ku ji aliyê Mişêl Efleq û Selah edîn El-Bîtar ve dihat birêvebirin. Lê dîsa jî Cidîd têkiliyên xwe bi Partiya Neteweperwer ya Sosyalîst ya Sûrî nebirîn ku birayê wê Xesan li Sûriyeyê kesayeteke navdar bû. Lê di salên pêncî de dilsoziya wî pê re kêm bû û bû endamê Tevgera welatparêzên ereb, ew tevgera ku piştigriya  Cemal Ebdilnasir û îdeolojiya wî dikir. Cidîdî piştgiriyê bi tevlêbûna Sûriyeyê bo Komara erebî ya yekgirtî  (KEY) bû.

Di serdema KEY de Tayîdâ Cidîdî li Qahîreya Misirê derket. Li wê de Cidîd û di sala 1959an de bi çend baesiyan re lijneya leşkerî damezirand ku armanca wê parastina hebûna KEYî bû. Pêşî Lijneya Leşkerî tenê ji çar kesan pêk dihat, ew jî Hafiz Esed, Ebdilkerim Elcundî, Muhemed Umran bûn. Herwiha Lijneya leşkerî hewl da ku tevgera Baesa Sûrî jî ji wendabûnê biparêze. Endamên Lijneyê ew kes bûn yên ku gazin ji Efleqî bo têkçûna Baesê di serdema KEYê de dikir. Kongreya Sêyem ya partiyê ya sala 1959an piştgiriya biryara Efleqî di helandina partiyê de kiribû lê sala 1960î de kongreya neteweyî de Cidîd nûnerê wê fikirê bû ya ku dûre wek Lijneya leşkerî dê derkeve û li dijî biryarê derket û daxwaza ji-nû-ve-damezirandina partiyê kir. Herwiha Kongreyê biryar da ku têkiliyên xwe bi Nasirî re xweş bikin di rêya demokratîzekirina KEY. Beşek ji partiyê, bi serokatiya Ekrem Elhoranî daxwaza veqetandina Sûriyeyê kir. Lijneya leşkerî negihişt armancên xwe û sala 1961ê KEY ji hev ket. Nazim Elqudsî  yê ku bû serokê yekem piştî jihevketina KEY, gelek tehde li Cidîd û yên din kir ji ber dilxwaziya wan ji Nasirtiyê re û zor li gişan kir ku ji artêşa Sûriyeyê îstîfa bikin.

Zilamê xurt yê Baesa Sûrî

biguhêre

Gava ku Cidîd bû sekreterê duyem yê Baesê, bi awayekî veşartî  erkanên dewletê tijî zilamên xwe kirin û ev hinek ji wan in; Nûreddîn Atasî wek peyvdar, serokê dewletê û dûre jî serokwezîr; Yûsif Zaûyan wek serokwezîr; Îbrahîm Maxûs wek wezîrê karên derve, Hafiz Esed wek wezîrê berevaniyê; Ebdilkerîm Elcundî wek birêveberê ewlehiyê. Gelek ji van elewî bûn( Wek mînak, ji bilî Arasî, Elcundî û Zaûyan yên sunî ev ên li jorê giş elewî bûn) ku hikûmet dikir hikûmeteke mezhebî. Çend zilam leşker bûn ku endamên çepgir yên partiya Baesê bûn. Di bin birêveberiya Cidîd, Sûriyeyê xwe kir hevalbenda bloca Soviyetî û li polîtka wî li dijî îsraîl û dewletên erebî yên paşverûn, bi taybetî siûdiya erebî tund bû.

References

biguhêre