Sait Elçi

(Ji Seîd Elçî hat beralîkirin)

Sait Elçi, Seîd Elçî (z. 1925 - m. 5'ê pûşperê, 1971) sekreterê gistî yê T-KDPê bû. Di sala 1971ê de hat kuştin.

Sait Elçi
Jidayikbûn1925 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin5 hezîran 1971 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Seîd Elçî sala 1925an li bajarê Çewlikê li gundê Zeynebê ji dayîk bûye. Piştî xwendina navîn, di gelek karên cuda de xebitiye. Seîd gelek zû ketiye nav xebata siyasî û kurdeyatî bi serbilindî dikir.

Di sala 1959an de, Seîd jî li gel hinek welatparezên kurd hate girtin û 149 rojan di bin şertên xirab de ma girtî û wî qet di bin lêdanê de serê xwe netewand û ji bîr û baweriya xwe taviz nedan.

Di 1963an de, dîsa li gel 23 hevalên xwe hate girtin. Dewleta Tirk ew wek pêşkêşek tevgera kurd li Tirkiyeyê û ji bo piştgiriya Barzanî tawanbar kir. Lê Seîd Elçî di dadgehê de li doza kurd xwedî derket û parastinek serfiraz kir. Vê yekê Seîd di nav hevalên wî de da pêş.

Seîd li gel hevalên xwe karek berbiçav ji bo damezirandina partiyeke kurdî dikir. Piraniya kurdên rewşenbîr di wê demê de xwe nêzîkî fikra partiyek kurd nekirin û di [Partiya Karkerên Tirkiyeyê]] (TİP) de siyaset dikirin. Lê Seîd bi israr li gel hinek demokrat û welatparezên kurd ji bo pêkanina partiyeke kurdî kar dikir.

Di Temûza 1965an de li bajarê Amedê, Elçî li gek hinek welatparêzên kurd wek Emer Turhan û hinek kesayetên din (ji ber ku ew kesayet hîn dijîn, em navê wan li vir nabêjin) Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê damezirandin û Seîd bû yekemîn serokê partiyê.

Di sala 1968an de, Seîd li gel 16 hevalên xwe yên partiyê hate girtin. Ew 16 kes ji bo damezirandin û virêvebirina PDK-T hatin dadgeh kirin. Dewleta Tirk dadgehek taybet ji bo wan li bajarê Antalya danî û wan pirsa kurd di dadgehê de bi zanyariyeke mezin û mêranî parastin. (Dema Seîd û hevalên wî li Antalya hatin girtin û dadgeh kirin, di wê demê de Seîd Kirmizitoprak hate ba wan û naskirin di nav wan de çêbû).

1971 hatina rêjîma eskerî li Tirkiyeyê bû.

Elçî ji bo çareseriya hin pirsgirêkên nav partiyê çû Başûrê Kurdistanê û li wir hate kuştin.

Wekî berpirsyarê ji bo kuştina wî Dr. Şivan hat nîşan dan, her wiha gelek kes dibêjin ku Elçî ji aliyê PDK-I hatiye kuştin.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre