Satoshi Nakamoto nasnavê kesê ku wek çêkerê Bitcoin û teknolojiya blockchain tê dîtin. Ev nav navê mirovekî ye an jî navê tîmekê ye nayê zanîn. Heta kanûna paşîn a 2010an pêşxistina Bitcoinê domand[1].

Peykerê Satoshi Nakamoto li Budapeştê (Mecaristan)

Nakamoto, ku nasnameya wî hîn ne diyar e, hate îdiakirin ku ew mirov e ku li Japonê dijî, di 5ê nîsana 1975an de ji dayika xwe bûye[2]. Lêbelê, piraniya îdîayên ku têne pêşandan ev in ku Nakamoto pisporekî veşartî û zanyarê komputerê yê nejaponî ye ku li Amerîka an jî Ewropayê dijî.

Tê texmînkirin ku Satoshi Nakamoto xwediyê dora milyonek Bitcoin e. Ev hejmar bi qasî 61,7 mîlyar dolar dike (li ser bingeha bihayê 13ê nîsana 2021an).

Pêşketina Bitcoinê biguhêre

Nakamoto, di 2007an de bi nivîsandina kodên sîstemê dest bi xebata xwe kir. Di cotmeha 2008ê de li ser metzdowd.com gotarek weşand. Di gotara bi navê "Bitcoin: A Peer-to-Peer Electronic Cash System" de wî Bitcoinê îzah kir. Wî nermalava Bitcoinê di çileya 2009an de belav kir. Di 9ê çileya 2009ê de Bitcoin 0.1 derket.

Bitcoin.org ku ji hêla Nakamoto ve hatî stendin piştî windabûna wî, ji hêla Martti Malmi (nasnav Sirius) ve tê birêvebirin. Martti Malmi pêşvebirê duyem ê Bitcoinê ye.

Nakamoto heya nîvê 2010ê digel pêşdebirên din ên nermalavê, pêşvebirina nermalava Bitcoinê berdewam kir, paşê winda bû.

Damezrînerê Bitcoinê Satoshi Nakamoto nayê zanîn û hin namzetên ku bibin Nakamoto Nick Szabo, Dorian Nakamoto, Vincent van Volkmer, Hal Finney, Paul Le Roux[3], Cyrano Jones[4], Ross Ulbricht[5], Gavin Andresen[6], Elon Musk.[7] û Craig Steven Wright in.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ 02.11.2015 "Who is Satoshi Nakamoto?". The Economist explains. The Economist. "Who is Satoshi Nakamoto". The Economist.{{cite journal}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  2. ^ "Who Is Satoshi Nakamoto? – Diginomics Corporation" (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 13 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 nîsan 2021.
  3. ^ https://www.wired.com/story/was-bitcoin-created-by-this-international-drug-dealer-maybe/
  4. ^ https://satoshi.nakamotoinstitute.org/posts/Cyrano_Jones[girêdan daimî miriye]
  5. ^ http://bits.blogs.nytimes.com/2013/11/23/study-suggests-link-between-dread-pirate-roberts-and-satoshi-nakamoto/
  6. ^ https://www.vice.com/en/article/3dd9zn/who-is-satoshi-nakamoto-the-creator-of-bitcoin
  7. ^ https://medium.com/hackernoon/elon-musk-probably-invented-bitcoin-9d6c7b7f9c3b