Sardar Kestay (jdb. 1973, Dihok, Başûrê Kurdistan) wênesazekî kurd ê hunera nujên e.

Sardar Kestay
Jidayikbûnsala 1973
PîşeWênesaz
Salên çalak1994 - niha
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Stîl biguhêre

Nîgarên wî biguhêre

Sardar Kestay bi hunera xwe motîfên ji çand û folklora kurdî bi stîleke nujên a wênesaziyê re girêdide û bi vê yekê sentezeke bêhempa tîne ziman, ji ber ku ew elemantên folklorîk bi rêya stîla abstraksyonê dike mijarê hunera xwe.

Di dîmenên xwe de, ew bi zanebûn xwe ji nîgarsaziya naturalîstîk dûr dixe, lewra şekl û kontûran dide helandin û li şûna wan bêhtir cih dide rengên xûrt: Ji ber vê ye ku di dîmenên wî de rengên ronî rolekî taybet dilîzin.

Motîfên herî bijare yên dîmenên wî jinên kurd ên di cil û bergên gelêrî de ne: Carna jinên ku govendê dikişînin, carna jî portreya jinên kurd ên bi kofiyên rengdar. Herwiha, di nava dîmenên hunermendê de motîfên cesûrtir jî hene, wek jinên tazî yên di pozên femînîn de - ku evya tabûyeke di nava civaka kurd de bi awayeke hunerî şirove dike.

Lê motîfên xwe giş li ser nexşeyeke surrealîstîk hatine boyax kirin: Nexşeya bingeh a dîmenan ji lekeyên cur bi cur ên boyaxan pêk tê, ku hinek ji wan meztir, hinek jî biçûktir in, lê sînorên wan giş dikevin nava hev û bi vî havî kompozîsyoneke gelek dînamîk derdixin holê.

Karîkaturên wî biguhêre

Serdar Kestay bi karîkaturên xwe yên li ser navdarên kurd jî gelek nas e. Wî gelek hunermend, siyasetmedar û navdarên din ên kurd wek karîkatur boyax kiriye û karîkaturên wî gelek rastiya ecibandinê hatine. Taybetiya karîkaturên Serdar Kestay ev e ku wî cara ewil bi awayeke berfireh navdarên kurd kiriye mijar û wek katîkatur portre kiriye. Hêjayî gotinê ye ku koleksyona wî ya karîkaturan ya herî mezin a derheqê navdarên kurd e.

Li ser navê wî, cend pêsangehên taybet ji bo koleksyona karîkaturên wî hatine vekirin.

Pêşangeh biguhêre

Yên taybet biguhêre

  • 1994: Yekemîn pêşangeha karîkaturên wî li Dihokê
  • 1995: Duwemîn pêşangeha karîkaturên wî li Dihokê
  • 1996: Sêyemîn pêşangeha karîkaturên wî li Dihokê
  • 1997: Caremîn pêşangeha karîkaturên wî li Dihokê
  • 1998: Pêncemîn pêşangeha karîkaturên wî li Dihokê
  • 2005: Pêşangeha nîgarên wî yên boyaxê li Dihokê
  • 2006: Pêşangeha taybet a karîkaturan li Swêdê
  • 2009: Pêşangeha portreyên karîkaturan a bi navê "Kurdên navdar" li Dihokê.
  • 2010: Pêşangeha portreyên karîkaturan a bi navê "Kurdên navdar" li Zaxoyê
  • 2010: Pêşangeha portreyên karîkaturan a bi navê "Kurdên navdar" li Amedê
  • 2012: Pêşangeha bi navê "Body, grief and rain", Dihok
  • 2013 Pêşangehek li Dom Gallery Merseburg, Elmanya

Yên giştî biguhêre

  • 1998-2011: Tevlîbûna Duhok Gallary
  • 1998-2005: Tevlîbûna Kurdistan Gallary li Hewlêr
  • 2001-2006: Tevlîbûna Zamwa Gallary li Silêmanî
  • 1998-2005: Tevlîbûna pêşangehên li Dihok û Hewlêrê
  • 2001-2002: Tevlîbûna pêşangeha "Karîkaturîstên Dihokê"
  • 1998: Tevlîbûna Kurdistan Gallary li Hewlêr
  • 2000: Tevlîbûna pêşangeha International Red Cross Exhibition of Posters, li Dihok, Hewlêr û Silêmanî
  • 2000: Tevlîbûna pêşangeha UNESCO Art Exhibition li Hewlêr
  • 2000: Tevlîbûna pêşangehên Zamwa Gallary li Silêmanî
  • 1997-2000: Tevlîbûna pêşangehên li Zaxo û Hewlêr
  • 2001: Tevlîbûna pêşangehên li Dihok û Silêmanî
  • 2005: Tevlîbûna du pêşangehên li ser karîkaturan li Dihok
  • 2005 Tevlîbûna "Badirkhan Caricatures Festival Art Exhibition" li Dihok
  • 2005 Dayîna kursekê li Koye Gallery
  • 2005: Tevlîbûna pêşangeha li ser qurbanên Enfalê li Silêmanî
  • 2005: Tevlîbûna "Second Festival of Kurdistan Artists Union" li Dihok, Hewlêr, Silêmanî û Kerkûk
  • 2005: Tevlîbûna pêşangeha karîkaturan li Misirê
  • 2005: Tevlîbûna pêşangeheke bi navê "Common" li Dihokê
  • 2005: Tevlîbûna pêşangeha karîkaturên hunermendên îraqî li Bexdayê
  • 2006: Tevlîbûna pêşangeheke sê hunermendên hilbijartî li Hewlêrê
  • 2006: Tevlîbûna 3'mîn Festîvala Bedirxan bi pêsangeha karîkaturan li Hewlêrê
  • 2006: Tevlîbûna bernameyeke bi navê "Nêrînek ji welat" li Dihok
  • 2008: Tevlîbûna yekemîn Festîvala Nîgarsaziyê ya Kerkûkê
  • 2009: Tevlîbûna bernameyeke hunerî ya hunermendên ihokê
  • 2011: Tevlîbûna pêşangeheke hunermendan li Hewlêrê
  • 2011: Tevlîbûna Festîvala Gelawêj li Silêmanî
  • 2012: Tevlîbûna bernameyeke hunermendên Dihokê

Girêdanên derve biguhêre