Famîleya dodan û darspiyan
Famîleya dodan û darspiyan, famîleya darên sabûnê (Sapindaceae) famîleyeke riwekan, ji desteya darsabûniyan Sapindalesê ye. Li Kurdistanê jî çend endamên vê malbatê digihên. Famîle navê xwe ji dara bi navê dodan (Sapindus mukorossi) û darspîyê (Acer) digire. Riwekên vê malbatê ji avhewaya tropîk hez dikin.
Sîstematîk
biguhêreEv famîle sala 1789'ê ji aliyê Antoine Laurent de Jussieu ve bi navê „Sapindi“ di Genera Plantarum, r. 246'ê de hatiye binavkirin. Navên din ên Sapindaceaeyê: Aceraceae Juss., Aesculaceae Burnett, Allophylaceae Martinov, Dodonaeaceae Kunth ex Small, Hippocastanaceae A.Rich., Koelreuteriaceae J.Agardh, Paulliniaceae Durande, nom. inval., Paviaceae Horan.' in. Navê latînî ji du peyvan hatiye avakirin, sapo ango sabûn û India ango Hindistan.
Famîle ji sê binekoman û cinsekê ku bi serê xwe ye pêk tê. 142 cins, bi qasî 1600 cureyên vê malbatê hene. Hin riweknas darspîyan (Aceraceae) wekî binekomeke belotê (kestane) dibînin û wisa di bin navê famîleya şambelotan (Hippocastanoideae) (tomar dikin.
- Famîleya şambelotan (Hippocastanoideae) Burnett: Çar cins û bi qasî 130 cure.
- Sapindoideae Burnett: Bi qasî 135 cins û 1185 cureyan:
- Dodonaeoideae Burnett: Du cins, 65-70 cure:
- Dodonaea Mill.: 65-70 cure.
- Euphorianthus Radlk.: Tekane cure:
- Euphorianthus euneurus (Miq.) P.W.Leenhouts.
- Xanthoceroideae Thorne & Reveal: Tekane cins Gattung:
- XanthocerasBunge: Tekane cure.
- Qilonçzer (Xanthoceras sorbifolia).
- XanthocerasBunge: Tekane cure.
Girêdanên derve
biguhêre- Pedro Acevedo-Rodríguez: Neotropical Sapindaceae: di Neotropikeyê de. Girêdana arşîvê 2012-05-13 li ser Wayback Machine (ne bi kurdî ye)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |