Sala duşeşî
Sala duşeşî, salek e ku ji 366 rojan pêk tê, ango li gorî salên normal rojekê zêde didome. Di zimanên ji malbata hind û ewropî de ew sal wek sala du şeşan (bisextilis) tê binavkirin.
Sala duşeşî çar salan carekê dubare dibe. Di salnameyê de li meha reşemî rojek tê zêdekirin û ew meh 29 rojan didome.
Salên duşeşî di salên bi 4an tên parkirin de tên dîtîn. Mînak: salên 1600, 1996 û 2000 salên duşeşî bûn, lê salên 1700, 1800, 1900 ne salên duşeşî bûn. Sala ku bi 100î par dibe û bi 400î par nabe ew sala ne sala duşeşî ye. Dîsa salên 2100, 2200, 2300 ne salên duşeşî ne, lê sala 2400 sala duşeşî ye.[çavkanî hewce ye]
Li gorî salnameya Julianî salek ji 365 rojan pêk tê, lê di rastiya xwe de dinê li dor rojê 365,24219 (nêzî 1/4 rojekê) rojan dizivire. Ji ber vê yekê 4 salan carekê li salnameyê rojek tê servekirin, da ku dengeya salê çêbibe. Eger salên duşeşî nebûna, her çar salan carekê bihar wê rojeke pêş de destpê bikira. Mînak: piştî 120 salan salname wê 1 Adarê nîşan bikira, lê di rastiyê de wê 30yê Çileyê bûya.
Cara dawî sala 2012an sala duşeşî bû, piştî wê sala 2016 wê bibe sala duşeşî.
Çavkanî
biguhêreEv gotara ji bo salekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |