Sûra Cizirê cîheke dîrokî li Cizîra Botan e.

Dîmenêk ji karên arkeologan di nava sûra Cizîrê de (2010)
Bermayiyên Birca Belek di sala 2009an de

Sûrha Cizîrê ew a ku Cizîrê seranser dorpêç dike, eserên gelek saxlem û bi heybet in. Di demê gudiyan de hatiye avakirin. Sûrha Cizîrê di şiklê wê Keştiya Nûh Pêximber ya li ser çiyayê Cûdî rawestiyayî de hatiye avakirin. Ji nav deriyên wê yê kevin de, deriyê Torê û deriyê Deştê wekî mecrefên keştiyê dihatin dîtin.[çavkanî hewce ye]

Tevayê sûrhê bi kevirên reş hatiye avakirin. Her çiqas piraniya kevirên wê ji wan kevirên reş û hişk û bê kûnik bin jî, ew burca li aliyê rastê yê pozê serayê û hindek ji sûrha wê, ji wan kevirên reş, bi kûnik û wekî sûngerî hatiye çêkirin. Bilindahiya sûrhan 14-15 m ye, sitûrahiya dîwarê wan jî nêzîkî du metreyan e. Vê gavê li aliyê başûr pênc bûrc, li aliyê rojava 1 bûrc, li aliyê bakur jî 2 bûrc heyîne. Ew bûrcên dî û sûrhên wan, di êrîş û şerên derbazbûyî de hatine hilweşandin û li ser erdê ti eserên wan nemayî ne. Kevirên van sûrhan bi piranî di nava kelhê de di avakirina avahiyên wekî melbex û firin û avahiyên cûda-cûda de hatine bikaranîn.

Tê gotin ko sûrha Cizîrê, pêşiya zayînê bi 4000 salan ji aliyê gudiyan ve hatiye avakirin. Di demê piştî gudiyan de bi êrîş û şeran cih bi cih hilweşaye. Di demê aşûriyan de tamîratek mezin lê hatiye kirin. Piştî aşûriyan bi karesatên xwezayî û bi êrîşên dijminan dîsa cih bi cih hilweşayiye û ji aliyê sasaniyan ve hatiye tamîrkirin. Piştî zayînê di sala 639an de demê artêşa misilmanan hate ser Cizîrê, ji ber ko gelê Cizîrê bi viyana xwe Îslamîyet qebîl kirin, ji aliyê misilmanan ve hatin ecibandin. Ew sûrhên hilweşayîn ji nû ve hatin tamîrkirin û li ser wan Qûrana Pîroz bi tevayî hate nivîsandin. Di sala 1596an de, ji aliyê yek ji begên Cizîrê Mîr Şerefê kurê Mîr Muhammed kurê Han Abdal ve Burca Belek hatiye avakirin û ji wê burcê re bi zimanê erebî gotîne Burcu’l-Ebleq. Ji berk o ew burc rêzekevirên wê yek reş û yek jî sipî hatibû avakirin, bi wî navî hatibû navdan. Tê gotin ko hostayê ew burc avakiriyeke ji dîndarên îsewiyan bû, navê wî jî hosta Henna bû.[çavkanî hewce ye]

Di roja me ya îro de jî, ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve sûra Cizîrê bi kelha wê ve hatine tescîlkirin û di bin parastina wezaretê de ne.

Çavkanî

biguhêre