Sîwan, dikeve rojavayê Qora Berber û ji Xana Kelê şûn ve dest pê dike. Herêma Sîwanê gelek fireh ye, bi tenê beşeke biçûk li ser Licê ye. Zevî û axa Sîwanê ji çandiniyê re dest nade. Herêmeke feqîr û çiyayî ye. Sîwan bi tûwên xwe bi navûdeng e. Ji derî xwarina tûwên teze şîreya tûwên teze jî derdixin û pê bastêx çêdikin. Yên mayî jî hişk dikin û jê e qawindên tûwan dibêjin. Di zemanê berê de qawindên tûwan dibirin di herêmên din û Licê de, bi genim re diguhartin. Niha dibin bajêr difroşin.

Li herêma Licê ev cureyên tûwan hene: tûyên malote, mircik, paloyî, reş, romî, sor, sîpanî, spî, şekirik, xurme…

Gund biguhêre

Elikan, li bakurê rojavayê Licê, li herêma Sîwanê ye û 23 km ji Licê dûr e. Sê gomên wê hene. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewlet jê re dibêje Birlik.

Herek, li bakurê rojavayê Licê li herêma Sîwanê dikeve û bi sînorê Hênê ve ye û 20 km ji Licê dûr e. Sê gomên li ser hene. Bi zaravayê dimilî dipeyivin. Dewletê navê Şenlik lê kiriye.

Markê, li bakurê rojavayê Licê li ser riya Licê û Darahênê ye û 20 km ji Licê dûr e. Gundekî avî ye. Firingî û xiyarên Markê di bazara Amedê de bi nav û deng in. Korxa li ser markê ye. Bi zaravayên dimilî û kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Ergin lê kiriye.

Mala mihê Biro, li Bakurê rojavayê û 40 km ji Licê dûr e. Di sînorê Çewlîgê de ye. Neh gomên wê hene: Xerabe, Elik, Bermal, Kanîspî, Birmak, Dereşel, Dersal, Reşeciya û Tût. Li gund dibistanek heye û demek Mala Mihê Biro ji bo mamostan ciyê sirgûnê bû. Gund dûr e û berf li çiya pir dibare. Bi qasî çend mehî çûyîn û hatin tune. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Ecemiş lê kiriye.