Sînor navê xwarineke ji pêjgeha kurd e jî. Pirranî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê Erdêxan, Qers, Agirîyê tê xwarin.

Xwarineke çorsane ye, ango kêm tişt dikevinê û hêsan e çêkirina wê. Ev xwarin navê xwe ji sînoran digire. Bazirgan û qaçaxçiyan ev nav dane vê xwarinê lêwra li ser sînoran dihate xwarin, çêkirina wê rehet bû.

Berkeliya sînora Erdêxanê (bo çar kesan) biguhêre

  • Têra xwarina 4 kesan nan
  • 2 kevçî rûnê nivîşkî
  • Hinekê mast
  • Hinekê penîrê kartû, penîrê kufikî

Çêkirin biguhêre

Rûnê xwe berdin quşxaneyekê û bihelînin. Nanê xwe hûrbikin badiyekê, rûnê qijilandî berdin serê. Penîrê xwe bipişirîninê, mastê xwe tevlî bikin. Ji bo çêjdanê dikarin biharbêhnan (biharat) jî bikarbînin.

Girêdanên derve biguhêre