Sî û Sê Gulle (helbest)

Sî û Sê Gulle (tr:33 kurşun) helbesteke Ahmed Arîf ser bûyêra 33 gule ye. Ji aliyê Jiyan Alpîranî hat wergerandin bi kurdî.

1

Ev çiya çiyayê Mengenê ye
Dema şefeq li Wanê davêje
Ev çiya çêlikê Nemrûdê ye
Dema şefeq li hember Nemrûdê davêje.
Aliyekî te aşîtê digire, asoyê Qefqasê ye
Aliyekî te sijde milkê ecem e.
Li bilindahiyan bîsmilikên cemedê,
Li ser avan kevokên revok,
Keriyên xezalan,
Û refên kewan…
Mêrxasî nayê înkarkirin
Ji hezar salan vir de, kurên vê dere
Di şerê yeko-yek de têk neçûn
Were, em ji ku xeberê bidin
Ev ne fefê qulingan e
Di asîmanan de koma stêrkan nîn e
Dilê bi sî û sê gule
Sî û sê kaniyên xwîne
Naherike,
Bûye gol li vî çiyayî

2

Ji bin kaş kêrgûyek rabû
Pişt belek,
Zik çîl-spî
Kêrgûyekî belengaz, ducan û çiyayî
Dil di dev de, wisa reben
Mirov tînê tobê
Tenha, tenha bûn dem
Berbangek bê qisûr û tezî-rût bû. 
Nihêrî; ji sî û sêyan yek
Di zik de valahiya giran a birçîbûnê
Por û rih bihostek,
Di pêsîrê de spî,
Nihêrî mêrxasek dest girêdaye 
Dil dojeh
Geh li kêrgûya belengaz
Geh li pişt xwe.
Filînta wî ya delal hate bîra wî,
A ku di bin balîfa wî de xeyidiye,
Hat bîra wî caniya ku ji deşta Herranê anîbû
Bijû bi morîye hişîn,
Enîbeş
Sê pehnî spî,
Beza wî tolaz, reqsok,
Mehîna kumêt û seklawî.
Çawa firiyabûn li ber Xozatê!
Niha, aha bêçar û girêdayî,
Aha, li paş wî lûleyek sar nebûya
Dikaribû xwe bisiparta bilindahiyan…
Ev çiya, çiyayên bira, qedirzan bûn,
Pêşî xwedê, van destan mirov nade fedîkirin,
Van destên hoste ku,
Ariya cixara pêketî,
Zimanê margîskê
En ku li ber tavê wekî çetel diçûrise
Bi gula yekemîn difirand…
Ev çav, tu carî neketin dafikan
Van çavên wî yên ku,
Qîyameta geliyên li benda aşîtan,
Xayîntiya nermok û bi berf
A hendefan,
Ji berê de dizanibû …
Bêçare
Ew ê bihata kuştin
Ferman hatibû dayin,
Êdi bila çavên wî marûmorên kor,
Dilê wi, teyrên berata bixwara... 

3

Hatime kuştin
Di dema nimêja sibê de
Li gelîyekî xip û xalî yên çiyan
Vedizelim
Di nava xwînê de û dip û dirêj...
Hatime kuştin
Xewnen min, ji şevan tarîtir
Kesekî ji xêrê re şîrove ki dernakeve
Canê min distînin, bê ecel
Nikarim di pirtûkan de bi cih bikim
Paşakî şîfre daye
Hatime kuştin bê dad û bê pirs.
Kirîvo, eynî wiha binivise rewşa min
Dibê ku wekî qilûlik zanîn
Ev ne çiçikên gulî ne
Guleyên domdomê ne
Ên ku wesle-wesle di devê min da... 

4

Fermana kuştinê bi cih anîn,
Mija hêşin a çiyan
Û bayê sibê yê tevlixew
Di xwînê da lewitandin.
Dû ra li wir tifing daçikandin
Hêdî-hêdî li paşilên me
Sekirin,
Serûbinkirin.
Şutika min a sor ji qumaşe kîrmanşah ê,
Tizbî û qutiya min girtin û çûn
Hemû jî dîyarî bûn ji warên Ecem...
Kirîvê hevin , birayên hevin em, em bi xwîne hev ra girêdayîne
Bi gund û êl ên himber va
Bi sedan sala me qîz danên hev û qîz ji hev girtine,
Ciranên hevin em rû bi rû
Tev li hev dibin mirîşkên me
Ji nezaniyê nîne,
Ji xizanîyê
Em dilgerm nebûne li pasportê
Ewê tewana sebebê qetla me
Êdi navê me derdikeve bi keleşiyê,
Mişextvanîye,
Rêbirîye,
Xayîniyê...
Kirîvo, eynî wiha binivisîne rewşa min
Dibê ku qilûlik werê zanîn
Çiçikên gul nînê
Gulleyên domdomê ye
Ên ku wesle-wesle di devê min da... 

5

Lêxin lawo,
Lêxin ,
Ez bi hêsanî namirim.
Di kuçik da bûyê arî tirafa min,
Di hundirê min da gotinên min heye
Ji rewşzanan ra.
Bavê min çavên xwe dan li ber Rihayê
Û sê birayên xwe jî
Sê serwiyên nazenîn,
Sê perçên çiya ku hîn ji emrê xwe têrnebuyi.
Ji bircan, ji qûçan, ji minaran
Kirîv, meriv û Zaroyên çîyan
Dema ku li hember dorpêçkirina Fransiz şer dikirin.
Xalê min ê piçûk Nezif
Ku hîn simêla wî nû derketî,
Cindî,
Sivik
Siwarekî baş bû
Gotiye lêxin birano
Roja namûsê ye
Û hespa xwe rakirîye ser piyan.
Kirîvo, eynî wiha binivisîne rewşa min
Dibê ku qilûlik werê zanîn
Çiçikên gul nîn e
Gulleyên domdomê ye
Ên ku wesle-wesle di devê min da...