Sêv avêtin elementekî çîrok û wêjeya devkî ya Kurdan e. Sêv avêtin tê wateya evîndariyê. Ango mirov sêvekê biavêje keçikekê an jî xortekî, tê wê wateyê ku mirov hez ji wê/wî dike. Lawê mîr sêva xwe bavêje kîjan keçikê wê jê re dixwazin. Mirov bi sêv avêtinê hezkiriya xwe nîşan dide, eşkere dike. Mêr jî bikartînin, jin jî.

'Sêv avêtin' herwiha di çanda dawetên Kurdî de jî heye. Li gelek deveran gava bûkê tînin mala zavê, zava li serê bên sêvekê tavêje bûkê.