Sêpa mobîlyayek e ku ji sê pêyan (lingan) pêk tê. Di malan an kargehan de bo gelek armancan tên bikaranîn.

Sêpayeke sêgoşe

Yekpê jî heye biguhêre

Sêpayên yekpê jî hene, pêyên wan stûr in, binê wan glover an selîpî (di dirûvê xaçê de) ne. Ji ber ku gelek kêm in, mirov dikare wan jî wekî sêpa binavbike. Zimanzanên kurdî ev ji hev cuda nekirine.

Dîroka sêpayê biguhêre

Dîroka sêpayê jî wekî ya maseyê gelek kevn e. Li rûyê cîhanê bêhtir mase hene, lewra çar pêyên maseyê zemînê zexm digirin, wernagerin. Sêpa heger textmezin bin û navbera pêyên wê fireh bin, dikarin werbigerin.

Sêpa herwiha alava ku di îdamê de tê bikaranîn e jî. Sê pêyên wê jî hene, di hin devokan de jê re sêdar, sêdara îdamê dibêjin.

Hin cureyên sereke yên sêpayê biguhêre