Ronahiya Qur'ana Pîroz (pirtûk)

Meala Mele Muhemmedê Hekarî

Ronahiya Qurana Pîroz, meala Quranê a Mele Muhemmedê Hekarî ye. Ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê hatiye çapkirin. Ronahiya Qur'ana Pîroz, ji mealên dîtir cuda bi devoka Hekarîyê ve hatiye amadekirin û Meal her çend bi vê devokê ve hatibe hazirkirin jî, her Kurdek dikare fêm bike.

Ji bo amedekirina mealê ji gellek çavkaniyan hatiye îstifade kirin û navê wan jî di pêşgotina mealê de hatiye diyar kirin.

Her wisa Mela Muhemmed mebesta xwe ya amadekirina mealê jî di pêşgotinê de wisa dibêjît: "Eve me jî bi ezmanê xwe anku bi zimanê kurdî ev meala Qur'ana pîroz bi navê (Ronahiya Qur'ana Pîroz) bi kurtî û bi ezmanekî fesîh nivîsî, da ku her kesê berê xwe didetê û dixûnît têbigehît û bizanît û da bo xwe mefayî jê wergirît. Ez hûvî dikem ku Xudê Teala vî karê me qebûl biket û roja qiyametê, me û hemî xûşk û birayêt misilman li hizûra xwe li bin alayê vê Qur'ana Pîroz rûspî û serfiraz biket..."

Seydayê Mela Muhemmed ji bo meala xwe pêşgotinek amade kirîye û her wisa li mealê ferhengek jî zêde kirîye ku di vê ferhengê de manaya hindek kelîmeyan hatiye dayîn...

Binêrin biguhêre

Qurana kurdî

Çavkanî biguhêre