Rolav
Rolav, hunermendeke kurd e ku li bajarê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê di sala 1992an de ji dayik bûye û li Helebê (Sûrî) mezin bûye.
Rolav | |
---|---|
Jidayikbûn | Kobanê |
Netewe | Kurd |
Pîşe | Stranbêj |
Salên çalak | 2014 - niha |
biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreRolav di nav malbateke hunerî de mezin dibe û bi piştgirtiya malbata wê û bi dengê xwe yê xweş dibe xwedan hesteke pir nazik di nava malbat û hevalên xwe de, Rolavê di sala 2014an bi rengekî fermî dest bi karê muzîk û gotina stranên kurdî kir ku li bajarê Helebê komeke muzîkê bi navê Heyv afirandin û yekem strana xwe Oy Yarê tomar kirin ku ew stran bû sedema serkeftina komê û ew kom bû xwedan cemawerek pir mezin ku ev tişt dihêle Rolav bihêztir karê xwe yê muzîkê bidomîne û bi vî rengî Rolavê di heman komê de gelek stranên kurdî yên gelerî nûjen kirin û bi stîl û şêweya xwe belav kirin, Rolav [http://avestakurd.net/blog/2019/05/05/vidyo-keca-ku-di-van-rojan-de-li-ser-sosyal-medya-meshur-bu-ye/ bû xwedan cemawereke gelek mezin û fireh li her çar aliyên Kurdistanê]]
Rolav di gelek aheng û festîvalên fermî de bi dengê xwe beşdar bû û hate vexwendin, mînak :
- Konserta di awazan de em jiyana xwe dibînin (Heleb)
- Festivala roja cîhanî ya dijî tendutujiya li dijî jinan bi riya rêxistina (UN)
- Konserta ji bo piştgirîya zarok û jinên penaber bi riya komeleya (Levantina)
Di sala 2019an de ji ber rewşa lawaz ya şerê ku li Sûriyê diqewime, Rolav neçar bû ku berê xwe bide Almanyayê û jiyana xwe li wir berdewam bike, niha Rolav li bajarê Hannoverê dijî û bi karê muzîkê yên nû û xwendina endazyariyê mijûl e.
Çend stranên Rolavê li ser medyayên civakî wekî YouTube û Facebook bi nav û deng in.
Dîskografî
biguhêreOsrux lil sema (2016) Olûb (2016) Eşir irûş (2016)
Vîdeografî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêreÇavkanî
biguhêre
Ev gotara ji bo stranbêjeke/î kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |