Rojhilat û Sarim, gundên rojhilatên Licê ji Fûmê dest pê dike û Heta çemê Sarimê diçe. Di vê herêmê de ax zêde ne bi ber û berhemdar e. Bi tenê li aliyê başûr gundên li ber çemê Sarimê çandiniya genim, birinc, titûn û pembû dikin.

Fûm, li rojilatê Licê gundekî herî nêzîkî Licê bû. Ew wek taxeke Licê dihat hesibandin. Gundekî mezin û avî, xwedî rez û bexçe bû. Henar û bîhokên Fûmê bi navûdeng bûn. Li newala Fûmê du aşên avê hebûn. Di zemanê berê de, li Fûmê Kurd û Ermenî di nav hev de dijiyan. Li Fûmê çend malbat beg jî hebûn. Li gundê Fûmê sabûn dihatin çêkirin, tevneyên oberî, meşref û kilîman li dar diket. Liciyan keçên xwe zû bi zû nedidan gundiyan lê gelek jinên Fûmiyan ji Licê bûn. Fûmî wek Liciyan bazirganî û qaçaxçitî dikir. Fûmî gelek qure bûn û loma ji bo wan digotin ku:

” Heger ji quretiya Fûmiyan ne be, çi ferqa Fûmiyan û Liciyan heye?”

Ji salên 50yî ve, li Fûmê dibistana sereta hebû. Fûmî bi zaravayê kurmancî dipeyîviyan. Dewletê navê Fûmê kiribû Kumluca. Di erdheja 1975an de Fûm ji binî ve xerab bû. Fûma nû anîn li biniya bexçên Fûmê li ser riya Licê û Pasûrê çêkirin. Êdî Fûm û Licê bûn yek. Niha statuya Fûmê ne gund e, taxeke Licê ye. Di sala 1993 an de, dewletê pêşî bi çekên lav û topan taxa Fûmê şewitand û piştre taxên din ên Licê.

Goma Nêrgiziyê jî ku di navbera Fûm û Sernisê de ye,li ser Fûmê ye.

Sernis, li ser riya Pasûrê ye û 5 km ji Licê dûr. Sernis gundê Ermeniyan bû. Di zemanê berê de, li Sernisê dezgehên tevnan hebûn. Caw, meşref û oberî li wir dihatin çêkirin. Piştî fermana Ermeniyan hinek ji wan musilmaniyê qebûl kirin û hinek jî gund terk kirin û çûn. Di salên 1960î de, ew çend malên mayî jî koç kirin û çûn Amedê. Gund vala û xerabe bû. Di erdheja 1975an de, li bin Sernisê li ser riya Licê û Pasûrê ji bo Sernisiyan çend xaniyên prefabrike hatin çêkirin lê xanî vala man û çend Şêxanî çûn li wir bi cî bûn. Bi Tirkî navê Damar lê kirine.

Şêxan, li rojhilatê Licê 6 km ji Licê dûr e. Gundekî biçûk e, bi qasî 30-40 malî ye. Pêşî li qontara çiya bû, piştî erdheja 1975 an gund daxistin rasta bin riya Licê û Pasûrê. Gomeke wê heye. Bi kurmancî dipeyivin. Ji salên 65an ve dibistana sereta heye. Dewletê navê Gurbeylî lê kiriye.

Melê, li rojhilatê Licê li ser riya Pasûrê ye û 13 km ji Licê dûr e. Berî erdhejê gund li jor li qontara çiyê bû. Piştre anîn jêr li nêzîkî riya Licê û Pasûrê ava kirin. Di zemanê berê de Suryanî li gund zêde bûne. Ew ji aliyê Liciyan ve wek Ermenî hatine zanîn. Melê ciyekî tarîhiye û xerabeyên wê gelek in. Li Melê kanên cisê hene. Meliyan cis danî li Licê difrotin. Gundî bi kurmancî dipeyîvin. Du gomên Melê hene: Binê Aşan û Qurmik. Binê Aşan bi kurmancî û Qurmikî jî bi dimilî dipeyîvin. Ji salên 60 ve li Melê dibistana sereta heye. Dewletê navê Yünlüce li Melê kiriye.

Ez çûme binê Tûtê
sê selek bi avê re tên:
Yek tû ye,
Yek mû ye
Yek  gû ye.
Bi devan çûme tûyan
bi destan ketim mûyan
bi nigan ketim gûyan. 

Tûtê, li rojhilatê Licê, li ser riya Licê û Pasûrê ye û 11 km ji Licê dûr e. Berî erdhejê wek Şêxan û Melê, Tûtê jî li jor, li qontara çiyê bû. Piştî erdhejê Tûtêya nû li başûrê rê ji aliyê dewleta Lîbyayê ve hat avakirin. Lîbyayê gundê Tûtê bi kevir û çîmento çêkir. Di meydana gund de mizgefteke bi minare jî ava kir. Tûtê gundekî mezin e. Bi zaravayê kurmancî dipeyîvin. Li gund him nexweşxane û him jî dibistan heye. Dewletê navê Yaprak lê kiriye.

Li ser Tûtê zûgotiniyeke weha heye ku zarok di nav xwe de dibêjin ka kî dikare zû bêje û xwe şaş neke.

Bekiran, li rojhilatê Licê, nêzîkî çemê Sarimê di sînorê Pasûr de ye û 18km ji Licê dûr e. Bi kurmancî û dimilî dipeyîvin. Du gomên wê hene. Goma herî mezin Dengilhewa ye û bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Xelkê Bekiran û gomên wî aboriya xwe bi xwedîkirina pez û dewar dikin. Bi tirkî jê re Kıpçak dibêjin. Di zemanê berê de, li rojhilatê gund li ser ”Gaz a Erdê Mora” ku bilintirîn cih e, li wir, dingek a ku bi bayê geriya hebûye û navê xwe ji wê girtiye. Piştî cumhuriyetê heta salên 1950yan gund bûye.

Beriya 1975an Dingilhewa, Derederg(Newala Dirêj), Hesenan, Qolan, Zoxesalan, Mêrdîniyan (Zumrut), Qûçik, Pirpag û Xodîg tev yek muxtarî bûn. Ev hemû mezra jî li ser Zoxesalan (Kıpçak) dihate bi nav kirin. Lêbelê, di van salên dawiyê de van gundan kirin du muxtarî, lê dîsa Dingilhewa (di resmiyetê de Bekiran) li ser Zoxesalan (Kıpçak) e. Niha, hene bi qasî 15-20 mal tê de ne, lê berî erdhejê 33 mal hebûn.

Ji aliyê din ve, ev gund u mezrayên xwe ji alî çandîniyê ve dewlemend in. Zeviyên ku li ber Çemê Benê ne ku çem ji binya Tûtê dest pêdike û heta biniya Hezmazê xwe digihîne Çemê Sîran, avî ne. Niha ber û berê çem seranser baxçe ne û bi giştî jî darên hewr çandî ne. Dîsa baxçeyên fêkî hene. Çandiniya titûn û genim jî tê kirin.