Robert Louis Stevenson
Robert Louis Balfour Stevenson (jdb. 30ê çiriya paşîn a 1850an li Edinburgh, Skotlenda; m. 3ê kanûna pêşîn a 1894an li Vailima, li nêzîkê Apia, Samoa) romannivîs, helbestvan û gerrnamenivîsek skotî û ji cêlê nû-romantîzma inglîzî bû. Stevenson bi nexweşiya tuberkulozê ket û tenê 44 salî bû; lêbelê, ewî berhemeke berfireh ji çîrokên rêwîtiyê, wêjeya serpêhatî û romana dîrokî, û hem jî helbest û gotarên xwe hişt. Berî her tiştî, klasîkên pirtûkên ciwanan Girava Gencîneyê û romana tirsnakê Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde , ji bo bûyera dabeşkirina kesayetiyî ve girêdayî ye û dikare wekî romanek tirsa psîkolojîk were xwendin. Hin roman îro hîn jî popûler in û ji bo adaptasyonên pirjimar wek nimûne xizmet kirine.
Robert Louis Stevenson | |
---|---|
![]() Robert Louis Stevenson (1885) | |
Jidayikbûn |
13 çiriya paşîn 1850 ![]() |
Mirin |
3 kanûna pêşîn 1894 ![]() Vailima, Samoa ![]() |
Sedema mirinê |
Cerebral hemorrhage ![]() |
Cihê goristanê |
Mount Vaea ![]() |
Hevwelatî |
Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Îrlendayê, Keyaniya Yekbûyî ![]() |
Perwerde | |
Pîşe | |
Xebat |
|
Bandorbar |
|
Hevjîn | |
Dê û bav | |
Xizm | |
![]() | |
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîne![]() |
JiyanBiguherîne
ZarokatîBiguherîne
Robert Louis Stevenson wek tenê kurê endezyar û çêkerê fanosên deryayî Thomas Stevenson û Margaret Isabella Stevenson, ji malbata Balfour (1829-1897), li 8 Howard Place, Edinburgh ji dayik bû. Bi eslê xwe navê wî yê noqkirinê Robert Lewis Balfour bû; Di temenê 18 saliyê de, bavê wî Lewis guvaştibû bi forma fransî "Louis" da ku pêşî li têkiliya bi radîkalekî ramyarî ya bi heman navî re bigire.[1] Bapîrê wî Robert Stevenson, apên wî Alan Stevenson û David Stevenson, pismamên wî David Alan Stevenson û Charles Alexander Stevensons, û her wiha pismamê wî Alan Stevenson (1891-1971) hemî endezyar û çekerên fanosên deryayî bûn. Malbata dayika wî jêdera navê xwe anîn li ser Alexander Balfour, ku di sedsala 15' ê de xwediyê erdên nêzîkê Fifeê bû. Bavê Margaret, Lewis Balfour (1777-1860), keşeyê Dêra Skotlandê ya li nêzîkî Colinton bû, ku Steveson pir caran di dema zaroktiya xwe de betlaneyên xwe derbas dikir.[2]
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ Reinbold, Michael (1995). Robert Louis Stevenson. Reinbek bei Hamburg: Rowohlt. pp. 18. ISBN 9783499504884.
- ↑ Balfour, Graham (1901). The Life of Robert Louise Stevenson. London. pp. 10–12.