Riya Teze (rojname)

Rojname
(Ji Riya teze hat beralîkirin)

Riya Teze (carina wek Rya Teze tê nivîsandin) yekemîn rojnameya kurdî ye ku bi tîpên latînî hatiye çap kirin. Riya Teze di 1ê nîsana sala 1930î de li Sovyetistanê bi alfabeya kurdî ya Şemo-Marogûlov ku di sala 1928a de bi biryara dewleta Sovyeta berê hatibû amade kirin, dest bi weşana xwe kir û destpêkê heftê du caran bi çar rûpelan derdiket. Bi vî awayî Riya Teze beriya kovara Hawar dest bi weşana kurdî bi tîpên latînî kir û rojnama kurdî ya herî jîyandirêj e li cihanê.

Riya Teze
Ria Taza Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Periodical Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanZimanê kurdî û ermenî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1930 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Xelat
  • Order of the Badge of Honour Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Hejmara yekem a rojnemeya Riya Teze di sala 1930î de bi tîpên latînî hate çapkirin

Riya Teze hetanî hilweşandina Sovyetistanê di sala 1992a de dengê kurdên Sovyetistanê bû û niha jî dengê kurdên Ermenistanê ye. Riya Teze bi tevayî ji 50 salan zêdetir ji aliyê dewletê, weke organa Komîtêya Navendî ya Partiya Komûnîst ya Ermenîstanê, parlamênê û hukumeta komarê bi fermî hate weşandin û niha jî bi awayekî serbixwe weşana xwe didomîne. Riya Teze li Ermenistanê yek ji çar rojnamên sereke bû.

Di salên destpêkê de Harûtyûn Mkirtçyanê ermenî, paşê jî Cerdoyê Gênco yê kurd berpirsyariya rojnamê kiribûn. Bi biryara Stalîn weşana rojname ji sala 1937a heta 1955a hate rawestandin. Piştî mirina Stalîn di sala 1955a Rya Teze dîsa dest bi weşana xwe kir, lê vê carê bi tîpên kîrîlî ku ji aliyê Heciyê Cindî ve hatibûn amadekirin. Berpirsyarê rojname ji 1955a hetanî 1989an, ango 34 salan, Mîroyê Esed bû.

Riya Teze li ser rojnamegerî û hişyarkirina hestên netewî ên kurdî bandoreke mezin kir. Di rojnameyê de hin kesên ku xebitîn ev bûn: Qaçaxê Mirad, Şekroyê Xudo, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleş, Têmûrê Xelîl, Tîtal Mûradov, Eliyê Ebdilrehman, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Pirîskê Mihoyî, Rizganê Cango, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, Egîtê Abasî, Paşayê Erfût, Letîfê Emer, Emerîkê Serdar, Gayanê Hovhannîsyan. Di van salên dawî ku rojname ji ber rewşa aborî carcaran mecbûr ma ku navber bidê weşana xwe. Niha berpirsyarên rojnamê Grîşayê Memê û cîgir jî Rizganê Cango ye.

Rewşa rojnameyê piştî hilweşîna Sovyet pir giran e. Hinek dezgeh û welatparêzên kurd di hêla aborî da piştgiriya wê kirin. Wek Înstîtûta Kurdî li Parîsê, bi taybetî jî serokê wê Kendal Nezan, Borîs û Mêlsîkê Mehmed, ku birayên hev in, Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê bi serokatiya Derwêş Ferho. Niha jî welatparêzekî kurd Gîno Lobaro bi ciddî sponsoriya rojnameyê dike.

Çavkanî biguhêre