Risaleyekê di behsa be'dê eşayir û qebayil û taîfeyê di Kurdistanê

Risaleyekê di behsa be'dê eşayir û qebayil û taîfeyê di Kurdistanê navê rîsaleyekê Mele Mehmûdê Bazîdî ye. Ev rîsale nav pirtûka Cami’eya Rîsaleyan û Hîkayetan cih digire.

Di vê rîsaleyê de Mele Mehmûdê Bazîdî hin navên eşîrên kurdan û hejmara xaneya wan dane. Ev rîsalê heşt rupel e. Temamî navên 155 eşîran heye. Bazîdî eşîrên êzîdî jî diyar kirine. Bazîdî van eşîran şeş beşa sinifandiye.

  • Eşayîr û qebayîl û teyfeyê di Bazîdê de. Mînak; Sipkî 300 xane
  • Eşayîr û qebayîl û teyfeyê di Wanê de. Mînak; Şikakî 800 xane
  • Eşayîr û qebayîl û teyfeyê di Hekeryan de. Mînak; Hertûşî 4000 xane
  • Eşayîr û qebayîl û teyfeyê di Bohtan de. Mînak; Şengarî (êzîdî) 5000 xane
  • Eşayîr û qebayîl û teyfeyê di Muş û Betlîsê de. Mînak; Hesenî 500 xane
  • Eşayîr û qebayîl û teyfeyê di Diyarbekirê de. Mînak; Millî 4000 xane[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Bazîdî, M. M. (2010). Cami'eya Riseleyan û Hikeyetan Bi Zimanê Kurmancî. (Z. Avci, Ed.) Istanbul: Weşanxaneya Lîs.