Rayoşû meketîp (? navê rastîn) deverûnek ji parêzgeha Sêrtê ye. Li ser navê wê lêkolînek nehatiye kirin lê bi texmînî nav ji zimanê gelê cîran mihelemîyan e û di wateya "di dirûvê nameyê-mektûbê de" ye. Mihelemî jî li Kurdistanê dijîn, êleke neteweya ereb in û xwarin-vexwarinên wan pirr dewlemend û rengîn in.

Berkeliya (melzemeyê) vê deverûnê biguhêre

  • 2 hêk
  • 2 kg ard (arvan)
  • Dims (mot)
  • 1 SÇ (stekana-qedeha çayê) rûnê zeytê
  • 1 SÇ mast
  • Kakilê gûzê (pişirandî, pelixandî)

Çêkirin biguhêre

Hêkan biçelpînin nava ardê, bi 1 KÇ rûnê zeytê û 1 KÇ mastê bistrên, ji wê hevîrê pelhevîrkê (şikeva) vebikin. Pelhevîrkê raxînin, kakilê gûzê li ser belav bikin. Heger pelhevîrka we mezin e, hûn dikarin ji hevîrê we straye, du pelhevîrkan derînin.

Pelhevîrkê qat bikin, di dirûvê pêçekê de (zerfa nameyê) amade bikin. Di nava rûnê qijilandî de van pêçekan biqelînin. Paşê di nava doşaviya ku ji dimsê (heger dims nîne şekir) hatiye çêkirin bikin û derînin, servîs bikin.

Doşaviya dimsê ji xwe hêsan e, dimsê berdin nava avê, li hev bidin.