Ramya Barna

Ramya Barna, (jdb. 4ê tebaxa 1986an; Kodagu, Karnataka, Hindistan) lîstikvana sînemayê ya Hindistanî ye û di destpêkê de di fîlmên Kannadî de rol wergirtiye. Di sala 2008an de dest bi lîstikvaniyê kir û di fîlmê Neenyarê de rol wergirt. Ramya di çend fîlmên serkeftî yên bazirganî de llîstiye. Bi zimanê Tuluyî jî fîlmeke hunerî çêkirî ye.

Ramya Barna
Ramya Barna DS.jpg
Jidayikbûn4ê tebaxa 1986an (36 salî)
EsilKannadî
Hevwelatî Hindistan
PîşeAktrîs
Salên çalak2008–2017
biguhêreBelge

JînenîgarîBiguhêre

Ramya Barna, li navçeya Coorg a Karnataka ya Hindistanê ji dayik bû. Bavê wê Alîkarê Rêveberî Giştî yê RBI'yê ye. Wê perwerdeya dibistana seretayî li Bangalore û li Mumbaî xwend. Lîsansa xwe ya Geşt û Tûrîzmê ji Koleja Jyotî Nîvas a Bangalorê qedandiye. Wê salekê li Navi Mumbai di BPO de bi Wîpro dest bi kariyera xwe ya karê kir.[1] Di sala 2010an de ji Zanîngeha Sikkim Manipal ê perwerdeya xwe ya MBA'yê xilaskir û bi awayekî paralelî jî kariyera xwe ya sînemayê dewamkir.[2]

Wê got ku ew tu carî xeyal nedikir ku bibe lîstikvan. Wê pêşî pêşniyara hilberînerekî nepejirand lê li ser daxwazên hevalên wê ku ew bikeve nav pîşesaziyê û qebûl kir, ku li Hînî hînî wekî qehremana jin a duyemîn rol bilîze.[3]

FîlmografîBiguhêre

FîlmBiguhêre

Fîlmên wê
Sal Fîlm Rol Ziman Nîşe
2008 Hani Hani Kannadî
Neenyare Megha
Kshudra Telugî
2009 Nannedeya Haadu Pallavi Kannadî
Mathiya Chennai Tamîlî
2010 Nee Bandu Nintaaga Kannadî
Pancharangi Latha Namzetê Xelata Filmfare ya Lîstikvana Alîkariya Herî Baş - Kannadî
2011 Hudugaru Sushma Namzetê Xelata Filmfare ya Lîstikvana Alîkariya Herî Baş - Kannadî
Panchamrutha Navya
Lifeu Ishtene
Paramathma Pavithra
Oriyardori Asal Priya Tuluî Namzet , Xelata Fîlman a Red FM Tulu ya Lîstikvanê Herî Baş
Mallikarjuna Nandini Kannadî
2013 Bulbul Nisha
2015 Notorious
Adrushta
Doodhsagar Rola taybet
Madime Tuluî
2016 Sri Sathyanarayana Kannadî
2017 Anveshi
Toss
Premaya Namah

ÇavkanîBiguhêre

  1. "Kannada Cinema News | Kannada Movie Reviews | Kannada Movie Trailers - IndiaGlitz Kannada". IndiaGlitz.com.
  2. "Kannada Cinema News | Kannada Movie Reviews | Kannada Movie Trailers - IndiaGlitz Kannada". IndiaGlitz.com.
  3. "Sandalwood Movie Actress Ramya Barna Biography, News, Photos, Videos". nettv4u (bi îngilîzî).