Rabbit-Proof Fence (fîlm)

Rabbit-Proof Fence (Çepera li Hemberî Kerguhan) navê fîlmekî awstralyayî yê ku di sala 2002'an de ji hêla Phillip Noyce ve hat çêkirin.

Rabbit-Proof Fence
DerhênerPhillip Noyce
AktorEverlyn Sampi
Kenneth Branagh
David Gulpilil
Berwara pêşanî2002
Dom/Mawe94 xulek
Welat Awistralya
ZimanZimanê xelkê resen ê Jigalongê û îngilîzî

Wergera Kurdî ya vî fîlmî ji aliyê Occo Mahabad ve hatibû kirin.

Mijara fîlm biguhêre

Fîlm li ser bingeha pirtûkekê bi navê Follow the Rabbit Proof Fence (Bi dirêjahiya Çepera li Hemberî Kerguhan de herin) ya ku bi destê nivîskara awstralyayî Doris Pilkington Garimana di sala 1996'an de hatiye nivîsandin. Mijara fîlm û pirtûkê dîroka rastî ya diya nivîskarê ye, dema di sala 1930'î de ligel herdu xwişkên xwe ji kampa Moore River Native Settlement reviyan, vegeriyan cem diya xwe. Zarokên wê kampê zarokên nîvaborîcîn (xelkê resen ê awstralyayî) û nîv ewropî bûn û ji diyên xwe hatibûn dizîkirin. Ji ber vê hindê jî ji hemû wan zarokan re "nifşa dizîkirî" dibêjin. Hizra vê siyaseta nîjadperest û bişavker çêkirina xadimên nîvaborîcîn bû û yekirina wan ligel civata înglîzî ya Awstralyayê. Keçên revok ên dîrokê ji kampa bi sedan kîlometreyan dûrî mala xwe ne bi mehan bi dirêjahiya çeperekê ku di beyabanê de ji bakur heta başûrî Awstralyayê li dijî belavbûna kerguhan hatibû çêkirin hêdî hêdî vedigerin mal.

Xelatên fîlm biguhêre

Fîlm heta niha ji sedê zêdetir xelat wergirtiye.

Çavkanî biguhêre

https://m.imdb.com/title/tt0252444/

https://occomahabad.wordpress.com/2016/04/23/filme-rabbit-proof-fence-temase-bikin/