Rêxistina (yan eniya) rojnamevanên tixûbnasneker, RSF (ji Fransî. Reporters sans frontières – RSF) eniyeke navneteweyî ya rojnamevanên serbixwe û doza azadiya agahî û ramanê dikin e.

Sazî sala 1985'î de ji aliyê Robert Ménard ve bi fîlozofiya 19emîn xala Danezana Mafên mirovan a Gerdûniya azadiya agahiyê deklare dike, tê damezirandin. Bingeha xwe ji saziya bijîşkan a bi heman navî digire.

Li dijî sansûr, pêkutiyên fermî û zagonî, darizandin û zîndanîkirina rojnamegeran, bi kurtî ji bo azadiya çapemeniyê têdikoşe. Navenda sekreteriya wê li Parîsê ye. Xwe li seranser parzemînan birêxistin kiriye.