Rêzimana kurmancîya rojavayê

Rêzîmana kurmancîya rojavayê gorê rezîmana kurmancîya standardê, ku li Wîkîpediyayê bi zimanê kurdî îstîmal dibe, bi ferq e. Di morfolojî, gramatîk, fonolojî û hîn pir tişta da gelek ferq hen, lê kurmancîya rojavayê nê yek e, bin vî pirtir ferq hen, mesela bi lehçê reşwanî û canbegî. Li vê sayfê, reşwanî ornekekê dibe.

Fonolojî

biguhêre

Bi kurmanjîya rojavayê, fonolojî gorê kurmancîya standardê bi ferq e. Vida ornekna ji we tê limandin:

b > w, na ber konsonantê b’yê vokalekê heye.

  • Ebbas > Ewwas (nav)
  • Ra bûn > Ra wûn
  • Nabe > Nawe

i > e, na “i” normaldê ber b’ya “w” bû xerse, ew dibe “e”

  • Ez dibim > Ez dewim
  • Ez ra dibim > Ez ra dewim

e > ê, li şunê personê 3’ya yekjimar.

  • Ew dike > Ew dikê
  • Ew nake > Ew nakê

n > m, li prêfîksa impêratîfê

  • Neke! > Meke!
  • Nexwe! > Mexwe!
  • Negirî > Megirî

xw > x, pirî a Reşwanî ver dikin

  • Ew xwar > Ew xar
  • Ez dixwim > Ez dixim

xwe- > xû-, xa-, tek di hena navdêr da

  • Xwedê > Xûdê, Xadê
  • Xweng > Xûng, Xang
  • Xweş > Xûş, Xaş
  • Nexweş > Nexaş (nexûş ne tê gotin)

Pirî ferqa din hene.

Insana kurmanca rojavayê gelek pir peyvan tirkî îstîmal dikin. Mesela li şunê “îstîmal dikin”, “qulemîş dikin” tê gotin. Navê heywana, mêyva, hewa û îlmî pirî jî tirk in. Sebeba vîyê çiye? Cewabekê tenê tine, ema sebebekê, ku ana pirî çobanin, û lima pirî peyva kurdî nê lazim dibe.