Rêzgirtin, hestek yan kiryarek erênî ye ku li hember kesek an tiştek girîng tê kirin yan jî bi qedr û qîmetek bilind tê nîşandan. Di heman demê de pêvajoyek rêzgirtina kesek e ku ji hêla lênêrîn, xem, an berçavgirtina hewcedarî yan hestên wî ve têne pêşandan.[1]

Nîşan û awayên din ên rêzgirtinê biguhêre

Ziman biguhêre

Rêzgirtin hestek heyraniya kûr e ji bo kesek an tiştek ku ji jêhatîbûn, xislet û destkeftiyên wî derdikeve.

Şerefname peyvek an biwêjek e (pir caran cînavek) ku dema ku di xîtabî kesek an heywanek de tê bikar anîn hurmetê nîşan dide.

Bi gelemperî rêzgirtin ji bo kesên duyemîn û sêyemîn têne bikar anîn; bikaranîna ji bo kesê yekem kêm e.

Mînak dema ku bi yekî xwedan statûya civakî ya bilind re diaxivî, bêhurmetî ye ku meriv zimanek rêzdarî û rûmet bikar neyîne.

Tevgerên fîzîkî biguhêre

Li Hindîstanê, adet e ku, ji ber rêzgirtinê, dema ku lingê mirovek bi xeletî dest bide pirtûkek an materyalek nivîskî (ku wekî diyardeyên Saraswati, xwedawenda zanînê tê hesibandin) yan lingê kesek din, dê lêborîn bixwaze, bi awayê îşareteke yek destî (Pranāma) bi destê rastê, ku kesê sûcdar pêşî bi tiliyên û paşê li eniyê û/yan sîngê xwedawendê dide. Ev jî ji bo drav tê hesibandin, ku wekî diyardeya xwedawenda dewlemendiyê Lakshmi tê hesibandin.[2] Mînak, gava zarokek silavê dide dapîr û bapîrê xwe, ew bi gelemperî dê destên xwe didin lingên dapîr û bapîrên xwe.[3]

Mînakek rêzgirtina fîzîkî ev e ku li hinek herêmên Kurdistanê jiber rêzgirtinê dema ku kes an kesên mezin ku li dîwanek rûniştî hebin, kesên ji wî/wê biçûktir dema rûniştina xwe de lingên xwe dirêj nakin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Definition of RESPECT". www.merriam-webster.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 nîsan 2022.
  2. ^ Bruyn, Pippa de; Bain, Keith; Allardice, David; Joshi, Shonar (18 sibat 2010). Frommer's India (bi îngilîzî). Wiley. ISBN 978-0-470-64580-2.
  3. ^ Chatterjee, Gautam (2001). Sacred Hindu Symbols (bi îngilîzî). Abhinav Publications. ISBN 978-81-7017-397-7.