Rêzeçiyayên Munzûrê

Ji bo maneyên din li Mizûr binêre.

Rêzeçiyayên Munzûrê (bi tirkî: Munzur Dağları) rêze çiyayeke Bakurê Kurdistanê ye. Rêzeçiyayê Munzurê di navbeyna Herema Dêrsimê de ye ku navbera navçeyên Kemax, Îlîç, Egîn û Pilur de yên de rûerdekî berfirehê ku bi qasî 3000 km² ye qadek berfireh werdigire. Rêzeçiya di çanda kurdî de bi taybetî li Herêma Dersimê di warê baweriyê xwedî taybetmendiye.

Rêzeçiyayên Munzûrê

Erdnîgarî biguhêre

 
Rêzeçiyayên Munzûrê

Ev rêzeçîya li hember Egînê, li ser Gelîyê Ava Reş bilind dibe, piştî dirêjayîyek li dor 100 kîlometreyan xwe digîhêjîne ser Çiyayê Mercanê. Lê ne ewqas fireh e. Di navbera Pulur (Owacik) û Gamaxê de firehîya vî çîyayî 30 kîlometreyan derbas nake. Bilindayî li her deverê ji 2500 metreyan zêdetir e.[1] Li ser vî çîyayî gelek dirûv (şikil) û golên bi maşîna cemedê çêbûnin hene. Gelek gir, qot û çîyayên bilind li ser vî rêzeçîyayî hene: Li hember Egînê Çiyayê Geşo (3111 m.), Çiyayê Fîkîrîk (Fekrîk, 3262 m.), Girên Jare (Ziyaret tepeleri, 3071 m.), Çiyayê Golbaşî (Koçgölbaşı, 3239 m.), Çiyayê Qatiro (Katırtepe, 3129 m.). Çiyayê Xewaçûr (Haydarbaba dağı), li hêla rojava, li devera ku Mûnzûrên piçûk û mezin digîhêjin ser hev dimîne, Xewaçûr (Yenikonak, gundê Pulurê) li binê vî çîyayî dimîne. Li vê deverê madena qrom tê derxistin.

Ev çîyayê wek dîwarekî di navbera herêmên Erzîngan û Dêrsimê de bilind dibe, di piraya salê de bi berfê nuxumandîye, Çemê Ava Reş li hêla bakur û rojava gelî, lat û newalên asê çêkirîye.[2]

Çiyayên Munzûr, li hêla rojava li derdora Xewaçûr û li hêla rojhilat li derdora Gelîyê Mircanê (Mercan Vadisi) digîhêjin ser hev, Çemê Munzûr ji hêla rojava ve derdikeve, di nav Deşta Zeranîkê re derbas dibe, navçeya Pulur li bakurê xwe dihêle, di nav hemû çiyayên ber bi Dêrsimê ve re diherike û li başûrê Dêrsimê tev li Çemê Xarçîk dibe û ber bi Kebanê ve diherike.

Ev rêzeçîyayê seranser wek dîwarekî di navbera gelîyê Ava Reş û newala Zerenîkê (Yoncalı) de ber bi Çîyayê Mercanê ve dirêj dibe. Çemên ji vî çîyayî derdikevin gelek newal û lat çêkirine, lewra çîyayekî asê ye. Lê jorê vî çîyayî dûztir e, tevgera li jor hêsantir e, gelek dever bi axek qalind nuxumandî ne.

Avhewa biguhêre

Baran û berfa vî çiyayî pir zêde ye. Di demsalên bihar û payîzê de ewr li ser vî çiya kêm nabin, di demsala havînê de jî baran dibare. Li bakurê vî çiyayî di havînê jî berf tê dîtin û gelek gol û goltik hene.[3] Golên sereke ev in: Qeregol (Karagöl), Gola Çîmlî, Gola Berxan (Kuzu gölü), Gula Sor (Kırmızı göl).

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "MUNZUR DAĞLARININ JEOLOJİSİ". eticaret.mta.gov.tr. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2023.
  2. ^ "Doğa ve Coğrafya". www.tunceli.gov.tr. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2023.
  3. ^ "Munzur Dağları'ndaki Karagöl, doğal güzelliğiyle doğaseverleri ağırlıyor". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2023.

Girêdanên derve biguhêre