Qeliya tolikê, bi taybetî li başûrê Kurdistanê didin ser. Tolik (pincar) di gelek xwarinên pêjgeha kurd de cihê xwe digire. Bi Xerzan, Serhed, herêma Êzdîxanê, gelek deveran tolikê berhev dikin, di xwarinan de bikartînin.

Berkeliya (melzemeyê xwarinê) vê xwarinê bo 4 kesan biguhêre

  • 500 gr tolik (pincar)
  • 3 dd (dendik) sîr
  • 2 SA (stekana-qedeha avê) mast
  • 1 serî pîvaz
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) îsota tûj (îsota sor, îsota pûlpelî)
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 3-4 KX rûnê zeytê

Çêkirin biguhêre

Tolikê baş bişon lewra hin cureyên beho û bakteriyan jî jê hezdikin. Bidarivînin bi berayiya tiliyê (bêçî) de hûr bikin (helbet li ser daxwaza we ye hûrkirin). Pîvazê wekî zarê kûbîkî hûr bikin, di rûnbirêşkê de heya zerayî pê ket biqijilînin.

Tolikê berdin navê, lê li hev nexin (tev nedin). Derxûnê (devanga rûnbirêşkê) bigirin, di agirê kêm de bikêlînin. Hinekê keliya îcar tev bidin, nehêlin binî bigire. Îsota tûj û xwê pê werbikin, tev bidin û ji agir daynin bila sar be.

Sîrê bi xwê bikutin, tevlî mastê çelqandî bikin. Vê sosê berdin ser biikên xwarinê servîs bikin.