Qeliya/qelandina deqsorê, deqsorqelîn cure xwarineke masiyan ji koma xwarinên masî û deryayîpêjgeha kurd e. Gelên cîran jî çi deqsora ava vexwarinê ango çem û golan, çi jî ya deryayî be, deqsorê diqelînin.

Deqsor (bi latînî salmo trutta), masiyek e û li derya, çem û golan gelek e. Beriya avabûna Komara Tirkiyeyê heya nêzîkî sînorên parêzgeha Antalya ya li peravê Deryaya Navîn, gund û warên kurdan hebûn û xwarinên ji berhemên deryayê ji yê din bêhtir bûn (binêrin dîroka êla Sînemiliyan).

Pêjgeha kurd de masî û berhemên deryayî cihekê girîng digire. Li Kurdistanê di pirraniya çeman de deqsor heye û tê girtin.

Berkelîn (bo şeş kesan) biguhêre

  • 12 deqsor (ji yên hinekê mezin)
  • 2 fringî (tomatos, pamîdor, bacanê sor)
  • 2 serî pîvaz (ên sor)
  • 12 pelên defneyê (qar, laurus nobilis)
  • Kuzel (kûzele, roka)
  • Lîmon

Çêkirin biguhêre

  1. Deqsorê baş pakij dikin, hundirê wê û gûseyên (dasî) wê dertînin. Nava wan ji şelên lîmon û pelên defneyê tê dagirtin. Li berkeşê (sênî) radixin û di germiya 200 gradê de davêjin argûnê. Heya serê masiyan sor bû dipijînin.
  2. Pijiya, beriya bînin ser destexaneyê, bi tevî seleteya wê ya ji pîvazên tîkekirî, kahû (kaho, xes) û kuzelê ye tê xemilandin. Bi germî tê xwarin.