Qelandina goştê berxê û kartolê
Qelandina goştê berxê û kartolê bi taybetî li Serhedê ji bo mêvanan tê çêkirin. Li Çewlîgê bêhtir deng vedaye, wekîn xwarineke Bîngolê jî tê zanîn. Qelandinên wiha li başûrê Kurdistanê û Botanê bi tevî hin biharbêhnên (biharat) teze tên bitehmkirin. Her herêm a xwe çêjdartir dibîne.
Berkeliya "kartolkebaba Bîngolê" Biguhêre
- 10 kartol (qompîr, patet, kepole)
- 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê tîr (margarîn an nivîşkî)
- 150 gr tîkegoşta berxê
- 2 îsotên dirêj ên heşîn (tûj)
- 1 KX mergeya fringiyê
- Qevdek îsota tûj (îsota sor, îsota pûlpelî)
- 1 SA (stekana-qedeha avê) savara hûrik (girara hûrik)
- 1 serî pîvaz
- 2 fringî (pamîdor, bacanê sor, tomatos)
- Li ser daxwazê qevdek biharbêhna merzekewê (rihan)
Çêkirin Biguhêre
Tîkegoştê bidin ser agirê nizm, heya ava xwe kişand bihêlin. Rûn berdin navê, goşt bi tevî pîvaza hurkirî biqelînin. Fringî û îsota hûrkirî tevlî bikin, heya fringiyan ava xwe kişand biqelînin. Xwê, îsota tûj, merge û kartolê berdin navê, çend kelan pê bînin.
Savarê tevlî bikin, heya savar bû, bikelînin. Beriya servîskirinê hinekê bidin sekinandin.