Bratîslava
Bratîslava, paytext û bajarê herî mezin ê Slovakyayê ye ku li başûrê rojavayê Slovakya li bintara Karpatên Piçûk e ku li herdu peravên Çemê Dunayê û li peravê çepê Çemê Morava hatiye avakirin. Bi awayekî fermî nifûsa bajêr nêzîkî 475.000 kes e, lê tê texmîn kirin ku ji 660.000 kesan zêdetir e.[1] Bajêr li ser sinorê Awistriya û Mecarîstanê ye ku yekane paytexta neteweyî ye ku li ser sinorê du dewletên serwer e.[2]
Bratîslava
| |
---|---|
| |
Bratislava | |
Bratîslava li ser nexşeyê | |
Koordînat: 48°8′41″Bk 17°6′46″Rh / 48.14472°Bk 17.11278°Rh | |
Dewlet | Slovakya, Çekoslovakya, Slovak Republic, Çekoslovakya, Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê, împeratoriya Awistiryayê, Habsburg monarchy, Keyaniya Mecaristanê, Principality of Hungary, Great Moravia |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 907 |
Îdarî | |
• Şaredar | Matúš Vallo (2018–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 367.6 km2 (1419 sq mi) |
Bilindahî | 152 m (499 ft) |
Nifûs | 475.503 (2021) |
Dem | |
Koda telefonê | 2 |
Plakaya erebeyê | BA, BL, BT |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Dîroka bajêr di bin bandora mirovên gelek netewe û dînan de ye ku di nav de awistrî, bulgarî, kroatî, çekî, almanî, mecarî, cihû, romanî û slovakî hene.[3] Bajêr ji 1563an heya 1783an cihê bitackirin û navenda zagonsaz û paytexta Keyaniya Mecarîstanê bû ku yanzdeh padîşahên mecar û heşt şahbanûyan li Katedrala St Martinê tac li serê xwe kirin.[4] Piraniya meclîsên parlamena Mecarîstanê ji sedsala 17an heya Serdema Reforma Mecarîstanê li vir hatine lidarxistin û bajar bûye cihê gelek kesayetiyên dîrokî yên Mecar, Alman û Slovak.
Îro Bratîslava navenda siyasî, çandî û aborî ya Slovakyayê ye û bajêr navenda serokatî, parlemento û rêveberiya Slovakî ye. Li bajêr gelek zanîngeh û gelek muzexane, şano û saziyên din ên çandî û perwerdehiyê hene.[5] Navenda gelek karsaziyên mezin û saziyên darayî yên Slovakya li Bratîslava ye.
Hevsengiya hêza kirînê li gorî herêmên din ên slovakî sê qat zêdetir e. Bratîslava her sal dora 1 mîlyon tûrîstan pêşwazî dike ku bi piranî ji Komara Çek, Almanya û ji Awistiryayê têne bajêr.[6]
Çavkanî
biguhêre- ^ a.s, Petit Press. "V Bratislave žije štvrť milióna cépečkárov, najviac ich nie je v Petržalke". index.sme.sk (bi slovakî). Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.
- ^ "Bratislava Blast". web.archive.org. 10 kanûna pêşîn 2006. Ji orîjînalê di 10 kanûna pêşîn 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.
- ^ "Wayback Machine". web.archive.org. 7 adar 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 adar 2007. Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Gruber, Ruth E. (10 adar 1991). "Charm and Concrete in Bratislava". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.
- ^ "Wayback Machine". web.archive.org. 5 adar 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 adar 2007. Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a.s, Petit Press (6 kanûna pêşîn 2016). "Bratislava reports increase in visitors". spectator.sme.sk (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 hezîran 2023.
Girêdanên derve
biguhêreEv gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |