Pontormo
Jacopo Carucci (jdb. 24ê gulanê, 1494 – m. 2ê kanûna paşîn, 1557), bi pirranî weke Jacopo da Pontormo an jî Pontormo tê nasîn. Pontormo wênesazekî îtalyan ê şêweyê manerîzmê ye ku di dibistana Florensê de perwerde bûye.
Pontormo | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 24 gulan 1494 |
Mirin | 31 kanûna pêşîn 1556, 2 kanûna paşîn 1557 Firenze |
Pîşe |
|
Xebat | |
Dê û bav | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jacopo Carucci li Pontorme ya nêzîkê bajarê Empolî ji dayîk bûye. Bavê wî Bartolomeo di Jacopo di Martino Carrucci û diya wî Alessandra di Pasquale di Zanobi bûn. Ew li cem kesên navdar ên weke Leonardo da Vinci, Mariotto Albertinelli û Piero di Cosimo maye.
Li bajarê Florensê malbata navdar a îtalyan Medici hertim piştgirî daye wî. Dema diçe Romayê û berhemên Michelangelo dibîne, bandoreke mezin li wî dibe û ev bandor di berhemên wî yên dawî de xuya dike. Wî di jiyana xwe de gelek berhemên (wêne) hêja çêkirin e.
Pontormo di sala 1557an de li bajarê Florensê diçe ser dilovaniya xwe.
Galeriya wêneyên wî
biguhêre-
Meryem bi zarokekê re
-
Yûsif li Misirê
-
Portreya Niccolò Ardinghelli
Girêdanên derve
biguhêre- Wîkiya îngilîzî, guhertina dawî:20ê kanûna pêşîn 2011
- Pontormo's paintings and drawings illustrated
- Pontormo at Olga's Gallery
- Giorgio Vasari's Vita (English)
- A diary of his last two years survives [1]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |