Polioz (bi îngilîzî jê re poliosis circumscripta jî tê gotin) kêmbûn yan jî tinebûna melanînê (reng) di porê serî, çav, bijang yan her deverek din ên mûyî de ye.

Dîmenek ji serê mirovan ku lekeyeke poliozê dide nîşan.

Dema ku ew rasterast li jorê eniyê bandorê li porê dike, di nav gel de wekî pirçema spî tê zanîn. Ev rewş dikare bibe sedema yekane yan jî, bi gelemperî, leke yên spî yê li ser porê. Hinek ev lekeyên spî bi nîşanên jidayikbûnê yên hêsan têne tevlîhev kirin. Di poliozê de melanîn kêm e yan yan jî tineye. Melanokîtên çerm bi gelemperî jiber vê rewşê bi bandor nabin.

Rewşên bijîşkî yên têkildar biguhêre

Polioz di gelek sendromên genetîkî yên wekî piyebaldîzm, sendroma Waardenburg, neurofîbromatoz celeb 2 û skleroza tuberousê pêk tê. Rewşa poliozê di heman demê de ji ber sedemên wekî vitiligo, nexweşiya Vogt-Koyanagi-Harada, alopecia areata, sarkoidoz û digel neoplazma û ji ber bandora hinek dermanan de çêbibe.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Sleiman, Rima; Kurban, Mazen; Succaria, Farah; Abbas, Ossama (1 çiriya pêşîn 2013). "Poliosis circumscripta: Overview and underlying causes". Journal of the American Academy of Dermatology (bi îngilîzî). 69 (4): 625–633. doi:10.1016/j.jaad.2013.05.022. ISSN 0190-9622.