Piyazmaş

Mezeyeke ji pêjgeha kurd e

Piyazmaş, piyaza maşê li herêmên Soran û Tolhildanê bêhtir tê xwarin. Mezeyeke ji pêjgeha kurd e, gelên herêmê jî di meze û seleteyên xwe de maşê bikartînin. Navê maşê bi latînî vigna sinensis e.

Carnan meze û selete tên tevlîhevkirin, lewra birastî jî mirov nikare cudatiyên wan kivşe bike. Bi mînak hin kes piyazmaşê wekî selete jî binavdikin. Cemşîd Bender jî ev kiriye bin kategoriya seleteyê.

Li vir terîfeya variyanta Dîlokê hatiye dayîn.

Berteviya (melzemeyê tevlîkirinê) vê piyazê

biguhêre
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) maş
  • 1/2 SA bexdenûsa hûrkirî
  • 5 heb pîvaza teze
  • 5 dd (dendik) sîr
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) îsota tûj, îsota pûlpelî, îsota sor
  • 1 KŞ xwê (solin)
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) dendikê hinarê (tirş)
  • 4 KX ava lîmonê

Çêkirin

biguhêre

Maşê pakij bişon, bi ava sar bidin ser agir, bixaşînin. Dihevde (gur û şên) kefa wê bigirin. Nermijî bû û keliya bi ava sar sarbikin, bidarivînin.

Bexdenûs û pîvaza teze hûrane hûrbikin, tevlî maşê bikin. Îsota sor û û xwê jî tevlî bikin, tevbidin. Li binikên servîsê parve bikin.

Ava lîmonê berdin ser binikan, bi dendikên hinarê bixemilînin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).

Çavkanî

biguhêre
  • Cemşîd Bender (2003). Kürt mutfak kültürü ve Kürt yemekleri (Çanda pêjgeha kurd û xwarekên kurdî), Berfîn, Stenbol. ISBN 975-6680-34-2. Di rûpela 209'ê de bi navê Maş Pîvaz wekî selete tomar kiriye. (bi zimanê romî)