Piyaz
Piyaz cureyek meze ye ji pêjgeha kurd û gelê cîran. Di wêjeya devkî de carnan jê re pîvazniyaz jî dibêji.
Berkelî (bo pênc kesan)
biguhêre- 250 gr hebên lowiyê (lovî, fasûlî)
- 1 stekan (qedeh) sirke (sihik)
- 1 serî pîvaz
- 1 baq (qevçe) bexdenûs
- Îsota spî
- Xwê
- 2 kevçî sirke
- 6 kevçî rûnê zeytê
- 2 serî firing (tomatos)
- 2 hêkên xaşandî
Amadekirin
biguhêre- Rojek berê loviyên xwe bixin nava avê, bila nerm bibin. Têxin quşxaneyê û ehya tiliyek serê re avê berdinê, bidin ser argûnê. Heya nerm bû, keliya bikelînin.
- Dema keliya, di nava ava xwe de bihêlin bila sar be. Bidarivînin û têxin badiyekê.
- Stekanek sirkeye tevlî bikin û devê badiyê bigirin. Bi vî awayî bi qasî 2 katjimêrî bidin sekinandin.
- Bo çênca wê di nava badiyekê din de îsot û sirkeyê tevdin. Rûnê zeytê pê bidin xwarin. Piştî 2 katjimeran sirkeya loviyan bidarivînin. Îcar pîvaz, bexdenûs, çênca (sosa) we hazir kiribû tevlî bikin, tevdin.
- Bixin binikan û bi firing, hêka xaşandî ya tîkekirî û zeytûnê bixemilînin. Êdî dikare bê ser destexaneyê (sifreyê).
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |