Pirsgirêka civakî ravekirina pirsêgireke giştî ye ku bandorê li piraniya mirovên civakê dike. Pirsgireka civakî di roja îro de pirsgirêkên hevpar ên civaka îro ye ku gelek kes hewl didin ku çareser bikin. Pirsgirek bi gelemperî encama faktorên ku ji kontrola kesek an kesan dûr in derdikeve holê. Sedemên herî zêde yê pirsgirêkên civakî ji ber ramanên bi nakok, berjewendiya kesane, berjewendiyên civatî û hinek caran jî bê edaletiya ji ber berjewendiyên civatî derdikevin holê dikarin bibin pirsgirêkên mezin ên civakî. Pirsgirêkên civakî ji pirsgirêkên aborî têne cuda kirin lêbelê hinek pirsgirêk (wek koçberî) hem aliyên civakî û hem jî aliyên aborî hene.

Hinek caran nelihevkirin li ser mijarên civakî hene ka kîjan hêjayî çareserkirinê ne an jî kîjan divê pêşî lê were çareserkirin çêdibin. Di derbarê pirsgirêk û çareserkirinan de kesên cuda û civakên cuda yên ku xwedî nêrînên cuda ne çêdibin. Di pirtûka Mafên Mirov û Aqilê Hevpar de Thomas Paine li ser erka kesane radiweste ku di pirtûkê de dibêje "divê mirov mafê ku ji bo xwe dixwaze ji bo her kesê bixwaze." Nekirina vê yekê dibe sedema afirandina pirsgirêkek civakî.[1]

Rêbazên cihêreng hene ku mirov ji bo têkoşîna li hemberî pirsgirêkên civakî bikar tînin. Hin kes ji bo pêşdebirina îdealên xwe di demokrasiyê de dengê xwe didin serokên partî û serokên patiyên ku nêrîn û îdeolojiya wan piştgirî dike. Li derveyî pêvajoya siyasî, mirov dem, pere, enerjî, yan jî çavkaniyên din ên xwe didin yan parve dikin ku ev yek gelek caran bi forma dilxwaziyê hatiye ravekirin. Rêxistinên ne-qezenc bi gelemperî tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî têne damezrandin. Rêxistinkirina civakî bi gelemperî ji bo armanceke hevpar komkirina mirovan pêk tîne.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Case, Holly (2016). "THE "SOCIAL QUESTION," 1820–1920". Modern Intellectual History (bi îngilîzî). 13 (3): 747–775. doi:10.1017/S1479244315000037. ISSN 1479-2443.