Peymana Xweseriyê 1970

Şoreşa îlonê gihişt armanca xwe û kurdan xweserî bidestxıst. Li gorî peymana xweseriya 11ê adara 1970an pêwîst bû pênc şalyarên kurd li Bexda di xwermenda Iraqê de cih bigrin, yek ji wan lawê herî mezin ê Barzanî Ubeydullah bû. Di sala 1974an de Taha Muhi ad-Din Maʿruf (bi eslê xwe kurd) bû pîgarê serokê Iraqê. Heta niha dûgela ku tê de zimanê kurdî wek zimanê fermî tê bikaranîn Iraq e - lê bi tenê di sê parêzgehên herêmê de. Lê pirsgirêka Kerkûkê nehate çareser kirin

Sedam Huseyn û Mistefa Barzanî di 10 Adar 1970 de, li Nawperdan civiyan, berî ku peymana Xweseriya Iraq-Kurdî ya 1970-yê di 11-ê Adarê de hate navîşandin.

Wî wextî têkilîyên Îran û Iraqê ji ber pirsgirêka Şetelereb gelek dijwar bûn. Her wiha DYA jî piştgirîya Îranê dikir. Lêhevhatina kurd û Bexdayê, Şahê Îranê gelek aciz dikir û dixwast ku kurd li dijî Iraqê şerê xwe berdewam bikin. Heta ku DYA jî qanî kir ku alîkarîya kurdan bike.Di konjunktûreke wiha de, Hikûmeta Bexdayê qebûl nekir ku Kerkûk axa Kurdistanê ye. Xeta sor ya Mela Mistefa jî kurdistanîbûna Kerkûkê bû. Di encamê dê Mela Mistefa Barzanî biryar da ku li sala 1974ê dîsa serhildan da destpêkirin. Lê zêde dewam nekir. Iraq û Îran bi hevpeymana Cezayîrê lihevhatin û pirsgirêkên xwe çareser kirin. Di encamê dê Iraq ji mafên xwe yên li ser Şetelerebê xwe vekişî. Hemberî vê Îranê alîkarîya xwe ya ji kurdan re vekêşa.

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre