Personalîzm bizaveke wêjeyî ye.

Personalîzm bizaveke îdealîst û dînî ye. Li gorî wê kesayetiya mirovan di saziya gerdûnî de ya herî bilind û herî rastîn e. Têgeha personalîzmê pêşî ji aliyê Brenson Alcot û Renouvier hatiye bikaranîn. Personalîzm li ser kevneşopiya gotina Descartes a: “Difikirim naxwe ez heme(cogito ergo sum)!” cî digire. Damezreka serekîn a personalîzmê em dikarin wiha kurte bikin: Ji ber taybetiyên serekîn ên; kesayet, hiş, daraza xwe bi azad diyar kirin, baldana armancan, di ber herîkîna demê de domandina nasnameya xweser û girêdana nerxan hemû vehûnên rastînê pêk tîne. Personalîzm, civakê kesayetiya takekesan bi yekun dihijmêre û ji dewsa guhartina cîhanê guhartina kesayetiyê dipejirîne.

Hinek nivîskarên ku bi vê cûreyê berhem nivîsandine ev in;
biguhêre

Gottfried Wilhelm Leibniz, George Berkeley, Emmanuel Mounier, Brenson Alcot, Renouvier, P. B. Bowne, R. T. Flewelling, E. S. Brightman, G. W. Howison, M. W. Calkins, A. K. Knudson