Perestgeha Aştiyê
Perestgehê Aştiyê (bi latînî: Templum Pacis), herwisa bi navê Forûma Vespasiani (bi latînî: Forum Vespasiani) tê nasîn, perestgeheke kevnar a Romayê ye. Perestgeh di sala 71ê piştî zayînê de li Romayê ji aliyê împerator Vespasiani ve[1] hate avakirin. Sedema avakirina vê forûmê rûmetdarkirina xwedawenda aştiyê ya Romayê ya bi navê Paks (Aştî) bû.
