Perav (fîlm)

Fîlma Danny Boyle ji sala 2000an

Perav[1] (sernavê resen The Beach) fîlmekî amerîkî ku di sala 2000î de ji hêla Danny Boyle ve hatiye hilberandin.Fîlm li ser bingehê pirtûka nivîskarê Înglîz Alex Garland ku di sala 1996an de bi sernavê The Beach ("Perav") nivîsandibû hatiye çêkirin . [2]

Perav
Postera fîlma Perav ê
The Beach
DerhênerDanny Boyle
ÇêkerAndrew Macdonald
SenaryoJohn Hodge, Alex Garland
Aktor
MuzîkAngelo Badalamenti
Derhênêrê
Dîmenê
Darius Khondji
Dom/Mawe119 xulek
Welat Keyaniya Yekbûyî  DYA
Zimanîngilîzî
Terazûn$50 million
Derameta
Nesafî
$144.1 million

Naverok biguhêre

Xwendekarê amerîkan Richard Fischer li Taylendayê di betlaneyê de ye. Li Bangkok di otêlek kevn de ew bi skotlendiyekî hişbelav re ku xwe wekî Daffy Duck binav dike re rûdine. Ew bi wî re dipeyive û roja din xwe dikuje, û nexşeyek ji peravekî veşartî ya ku ji geştyarên normal re negihîştî ye ji Richard re hişt. Richard û bi cotyarê fransî Étienne û Françoise re, naha li rêyek ber bi peravê ku soz dide bihiştê digere. Li ser riya wan, Richard kopiyek nexşeyê dide du amerîkan, Sammy û Zeph, yên ku ew li Ko Samui nas dike.

Richard ,Étienne û Françoise bihevre bi belemeke demankirî ve di girava cîranane li Seyrangeha Netewi ya Mu Ko Ang Thongî dajon. Di pey re wexta ewna li kelekê girava dinê çend kîlometre avjenî dikin li ku rêxistineke tiryake li vir weke zevî bikar tîne, ew na paşê komavayeke nas dikin ku dest danîn ser giravê û tek hinek cara bi belemê ve giravê derbas dikin ji bo şaristanî de xwarin û tiştên din dikirin û marîhuana difiroşin. Jineke amerîkî wê bi salmeziniya navîn e û navê wê Sal e û evîndarê wê Bugs serkeşên komavayê ne û ew bi qasî dîktatorî serdestin. Kesên nûhatî li vir ne xwestî ne ema nayin gêrîşandî ji bo girava beheşt ne bin xeter bixin. Hebûna wê cihê gereke sir be. Da ku ew sê nûhatî bibin emdamê komavayê ewna gereka li ser milê çep ye beramber de şaneya şewatê bike.

Piştî çend roj de Richard wek leheng tê pîrozkirî ji ber ku ew segmasîyekî bi kêrekî ve kuşt. Bugs tenê li ser vê kiri dexsoke.Françoise und Richard dibin cotyar û li pey wê berhewa û lêvegerandin dibe. Birinc kifîkî dibe û Sal lema gereka here şaristaniyê ji bo danûstandinê. Digel ku ew xwe ne agahdar dike Sal ema Richard ji bo pêreçûnê xwe re dibe. Ew herdu daxwazên kesên din li ser lîste dinivîsin ji bo wan daxwaz bikirin. Dawî de Bugs tê û bi destê xwe ve organê zayendî yê Richard digivişîne û wê serwext dike ji bo Richard hevala wê bi awayeke zayendî xwe nêzîk neke. Di wexta ku ew diçin seyranê Sal Richardê digihîne ji ber ku ew bi hevre radizên.Richard wan giştyar ku ew kopiyeke nexşeyê dabû dîsa dibîne û ew bi wan re şer dike.Li cem Salê ew kirina xwe daşartîne.

Wexta ew li giravê vedigirin , di pey 3 roj re ewna wan giştyar dîsa li perava cirane de dibînin. Sal Richardê daraz dike ji bo li ser zînarê noberdar bike û nexşeyê gêrî bîne. Li wargehê de ew herkesî re behsa zayenda xwe bi Richard dike û Françoise ji wê şûnde pêwendiya xwe bi Richardê dawî dike. Richard xwe daha gelek ji rasteqînê de vedikişîne û cotkarên milîtanê kanabîs raçav dike. Ew dibîne ku cotkarên milîtan gule berdidin giştyarên nûhatî û ewna wisa dimirin. Di pey wê re ew têkilî bi Étienne û Françoise ve digere û ew sê kes biryar didin ji bo bihevre birevin , ji ber ku cotkarên milîtan rojanî gihandin bin. Berî ku Richard xwe bi wan herdu bibîne ew giravvaneke wê ji ber ku segmasî wê kit kirî bû û ew zor birîndar bû û Richard wê bi mirinê alîkar dike . Ji ber ku tek Étienne wê birîndar dinêriya û wisa kuştina wê wek divêtiya dilovanî dihat hesibandin.

Bi zemaneke kurtî giravvan ji aliyê cotkarên çekdar ve tên şaşmayî û ewna giravvanan re kotek hereşe lê dikin ji bo ewna giravê derbas bikin . Sal red dike û serkêşê cotkaran pêşnerîyekî dike : Eger komava bixwaz be dewam li giravê de bisene paşê Sal gereka gule berde Richardê . Sal şeşarê hildide ji xwe û dehişandin dike ema şaneya fîşenga girîng vala ye. Komava ema matbûne ji ber ku Sal amade bû mirovekî bikuje. Ji xeynî Sal , hemû kesên komavayê giravê derbas dikin û vedigerin jiyana xwe ya berê de.

Di sehneya dawî yê fîlme de meriv Richard li Înternetxaneyê de dibîne ku Richard e-peyamekî debavê xwe werdigire û her wiha ew e-peyamekî Françoise werdigere li ku wêneyeke komê ji peravê tê dîtin.[3]

Xelat biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ kurd1 (25 adar 2011), PERAV (THE BEACH) ÎŞEV SAET 8Ê, roja gihiştinê 23 hezîran 2018{{citation}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  2. ^ "The Beach – Wikipedia". de.m.wikipedia.org (bi almanî). Roja gihiştinê 23 hezîran 2018.
  3. ^ "The Beach – Wikipedia". de.m.wikipedia.org (bi almanî). Roja gihiştinê 26 hezîran 2018.