Parnasîzm bizavek wêjeyî ye. Parnas, ji gotina Parnassos tê ku ew li Yewnanîstanê navê çiyayekî ye. Ev bizav di sedsala 19. de di helbestên Fransî de derdikeve holê. Bizaveke dijî bizava romantîzmê ye. Ên ku di bin bandora vê bizavê de mane di aliyê mijarê de alîgirên azadiyê ne, di helbestên xwe de bêtir fantezî, egzotîzm û rengên herêmî bikaranîne. Li gorî nêrîna wan, huner ne ji bo civat û etîkî ye; huner ji bo hunerê ye. Bi qasî ku girîngiyê didine naverokê ewqasî didine teşeyê jî. Parnasîst di helbestan de vegotinên wêneyî yanî rasterast bedewiyên xwezayê bikaranîne û nivîsîne. Xwestekên hunerê ne wekî amûrekê lê wekî armancekê bikartînin. Huner û zanistiyê nêzîkî hev dikin, ji bo vê yekê jî ji hestiyariyê dûr dikevin.

Hinek nivîskarên ku bi vê cûreyê berhem nivîsandine ev in; biguhêre