Paresana mirovahiyê pêkhatina mirovê nûjên (homo sapiens) û nêziktirîn mervatiyên wî yên ku wek pêşiyên wî tên qebûlkirin dike niqaş. Ev di paresanê de cihekî serbixwe digire.

Li gorî zanyariyên îro, dîroka paresana mirovahî bi ji hev qetandina populasyona hevbeş a pêşiyên mirov û yên şempanze pêk hatiye. Ev koma pêşiyan ku ji wan mirovê nûjên û mervên wî yên ku neslê xwe tinebûyî ne pêk hatin, wek homînînî tê bi nav kirin.

Paresana mirovahyê cara ewil di sala 1863ê de ji aliyê T. H. Huxley ve di çarçoveya bîrdoziya prîmatan de hat lêkolîn, ku hemî pêkatinên meymûn ên fosîl û yên îro jî dixist nav xwe. Fosîlên cûr bi cûr li Eqrîqa, Asya û Ewropayê têne dîtin û gelek zanyariyên derbarê pêşiyên mirovahiyê tînin pêş çavan, lê derheqê jînemawe û belavbûna wan hêj kêm zanyarî hene. Rêzandina sîstematîk a pêştirîn fosîlên mirovahî û yên mervên wê û rewşa wan a mervatiyê gelekî biberberî ye, ji ber ku metodên zanistî yên îro digihêjin sînorên xwe.

Cûrên ku dikevin nava koma homînînî bi pirranî wisa tên bi nav kirin: Australopithecus (mirovê herî kevnar) , homo habilis û homo rudolfensis (mirovên kevnar), homo (mirovê zûkayî) û homo sapiens (mirovê nûjên).

Çavkanî biguhêre