Parasız Yatılı Okul

Parasız Yatılı Okul (bilêvkirina bi kurdî: Parasiz Yatili Okûl, anku, Dibistanên Starê yên Bêdirav, Dibistanên Starbûnê yên Bêpere) navê cureyekê dibistanên Tirkiyeyê yên bi taybetî bo pişavtina (asîmîlasyona) kurdan tên bikaranîn e.

Gorî sîstema perwerdeyê ya tirkan, ji dibistana dê-bavtiyê (baxçeyê zarokan, dibistanên amadekirina perwerdeyê) heya dawiya dibistana amadeyî hatine birêxistinkirin. Pirranî li bajarên Kurdistanê ne yan bo zarokên kurdan e.

Gelek caran bi îmtehanan şagirtan digirin lê heger pêdivî bê dîtin bêî îmtehanê jî zarokan qeyd dikin. Giranî didin sêwî û keçzarokan. Şagirt di atmosfereke nîv-leşkerî de tên perwerdekirin. Piştî dersên dibistanê, bi navê "Özel Etütler", anku, "Etûdên taybet", şagirt dersên zêde jî dibînin û gelek caran jî di van etüdan de karê pişavtinê tê kirin. Li her dibistaneke ev etûd bi navekê din tê binavkirin.

Dersên asîmîlasyona van dibistanan biguhêre

Li van dibistanan zarok bêdirav tên xwedîkirin. Kinc (cil, pot, libas), pêdiviyên dibistanê, xwarin-vexwarin, hinekê pere bo terxankirinên prîvat hwd hemî bêdirav in û ji aliyê dewletê ce tên dayîn.

Kesên ji van dibistanan derbas dibin, di dahatûyê de tirkî gelek baş diaxivin. Gelek ji wan karmendiyê dikin û heger bûbin mamoste, ew jî tevlî asîmîlekirinê dibin.

Sosyologê tirk İsmail Beşikçi van dibistanan gelek girîng dibîne û dibêje ku van dibistanan gelek ziyan dane neteweya kurd[çavkanî hewce ye]. Dîsa ew dibêje ku ev dibistanana taybetî bo asîmîlekirina kurdan in û di xizmetên xwe de gelek biserketine.

Çavkanî biguhêre