Para şabaşvan
Para şabaşvan, meze yan berxwarineke pêjgeha kurd e. Di orjînalê de qevdekê pûnga hişkkirî û yek-du pelên qarê (defne) jî heye. Ev terîfe li deşta Rewanê, bi heman navê hatiye tomarkirin. Jê re para şikirdar jî dibêjin. Awayê li herêmê didin ser, ev e:
Berkelî (melzemeyê xwarinê) biguhêre
Amadekirin biguhêre
Hêk û kartolan ji hev cuda bixaşînin. Qalikên kartolan bigirin, kûbîkî (wekî zarê) hûr bikin. Bexdenûs û pîvaza teze ziravkî hûr bikin.
Bexdebû û pîvaza hûrkirî û biharbêhnan (biharat) tevlî kartolê bikin, tev bidin. Ava lîmonê berdin navê û li binikên servîsê belav bikin. Hêkan spî bikin, bifeliqînin, li ser binikan daynin. Bo xwarinê amade ye.