Famîleya bûkaniyan

(Ji Papaveraceae hat beralîkirin)
Famîleya bûkaniyan
Papaver rhoeas
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Eudicots
Kom: Ranunculales
Famîle: Papaveraceae
Juss.

Famîleya bûkaniyan (famîleya papaverasiyan, Papaveraceae), ji desteya riwekan Papaverales famîleyeke riwekê ye. Li cemsera bakur û li cihên avhewaya wê subtropîkal in digihê. 26 cins û 250 cureyên vê famîleyê hene. Li Kurdistanê çend cureyên wê hene ne diyar e, lewra xebateke zanistî li ser floraya Kurdistanê nehatiye kirin. Bi texmînî 30-40 cureyên wê tên dîtin.

Hin cinsên wê salane, hin jî pirrsalane digihên. Hin cureyên wê li deviyan dijîn. Pirraniya wan avzêyek (xwizî, îfraz) zer an sor didin der. Pelgên wê lobikî ne. Ji vê desteyê Androkeum 16 – 60 stamenan dihewînin, anterên wê bazîfîkî ne. Ji Papaver somniferum efyon tê bidestxistin û çandiniya wê tê kirin. Gulebûk (Papaver rhoeas) riwekek salane ye, mêrg û deviyên Kurdistanê dixemilîne. Xaşxaşik (Papaver somniferum) jî salane ye, ji viya heşîş tê çêkirin.

Girêdanên derve biguhêre