Palmîra
Palmîra (bi aramî: ܬܕܡܘܪܬܐ Tedmurtā, bi yewnanî: Παλμύρα, bi erebî: تدمر Tedmur) bajarekî kevnare yê semîtîk e ku dikeve sinorê parêzgeha Himsa Sûriye yê. Palmîra di serdema neolîtîk de cihwariya yekem e û di çavkaniyên serdema îro de cara yekê ye ku wekî hezarsala duyem a Çola Sûriyê tê binavkirin ku lê karwan sekinî ne. Vedîtinên arkeolojîk vedigere serdema neolîtîk û belgeyên heyî yekem car behsa bajêr di destpêka hezarsala duyem a b.z. de dikin. Palmîra berî ku di sedsala yekem a p.z. de bibe rajêriyek Împeratoriya Romayê, çend caran di navbera împeratoriyên cûda de dest guhertiye.
Palmîra | |
---|---|
Palmîra li ser nexşeyê | |
Koordînat: 34°33′1.372″Bk 38°16′11.248″Rh / 34.55038111°Bk 38.26979111°Rh | |
Dewlet | Sûrî |
Li beşa îdarî | |
Paytexta | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bajêr ji bo bazirganên ku li ser Riya Hevrîşimê kolonî ava kirine û li seranserê Împeratoriya Romayê dixebitîn, bi nav û deng bû. Dewlemendiya Palmîrayê, derfeta avakirina projeyên abîdeyê, wek Kolonada Mezin (riya mezin a bi stûnan), Perestgeha Bel û Gorên Bircê bi dest xistiye. Ji hêla etnîkî ve li bajêr hêmanên amorî, aramî û erebî bi hev re bûne. Avabûna civakî ya bajêr eşîrî bû û rûniştevanên wê bi aramiya palmîrayî (zaravayekî aramî) diaxivîn, di heman demê de yewnanî jî ji bo armancên bazirganî û dîplomatîk bi kar dianîn. Çanda greko-romayî bandor li çanda Palmîrayê kiriye ku huner û mîmariya cihêreng a bajêr bi tevlêhevbûnên kevneşopiyên rojhilat û rojava ava bûye. Niştecihên bajêr xwedawendên herêmî yên semîtîk, mezopotamî û ereban dihebandin.
Di sedsala sêyem de, Palmîra bûye navendeke herêmî ya dewlemend. Dema ku padîşahê Palmîrayê Odaenathus împeratorê pers Şapûr I têk dibe, bajêr di sala 260an de gihîşt lûtkeya hêza xwe. Qeralîçe Zenobia ku li dijî Romayê serî hilda û Împeratoriya Palmîrayî ava kiriye, kete cihê qeralê bajêr. Di sala 273an de, împeratorê Romayê Aurelianus bajar hilweşand û paşê ji hêla Diocletianus ve bi awayekî piçûktir ji nû ve hate restorekirin. Palmîrayî di sedsala çaran de bûne xiristiyan û di sedsalên piştî fetha xîlafeta Reşîdûn a sedsala 7an de jî bûne misilman û piştî vê yekê zimanên palmîrayî û yewnanî bi zimanê erebî hatine guhertin. Beriya di sala 273an p.z. de Palmîra xwediyê otonomiyê bû û bi parêzgeha Romayê ya Sûriyê ve girêdayî bû ku rêxistina wê ya siyasî di du sedsalên pêşîn ên zayînê de ji modela bajar-dewleta yewnanî bi bandor bibû. Bajar berî ku di sala 260an de bibe monarşî, di sedsala sêyem de bû koloniya Romayê, ku rê li ber hatina saziyên serweriya Romayê vekir. Piştî hilweşandina wê di sala 273an de, Palmîra bû navendeke piçûkê di bin serweriya bîzansiyan û împeratoriyên din. Wêrankirina bajêr a ji aliyê tîmûriyan ve ku di sala 1400î de pêk hatiye, bajêr vedigere gundekî biçûk. Di şerê navxweyî yê Sûriyê de ku di sala 2015an de dest pê kiribû, Dewleta Îslamî (Daîş) beşên mezin ji bajarê kevnar wêran kirine. Palmîra di 2ê adara 2017an de carek din ji aliyê Artêşa Sûriyê ve ji destê Dewleta Îslamî ya Daîş hatiye standin.
Etîmolojî
biguhêreMirov navê "Tadmor" ji destpêka hezarsala duyem a berî zayînê ve li tabloyên sedsala 18ê berî zayînê yên bi nivîsa mîxî ya bajarê kevnare Marî (îro nêzîkî bajarê Ebû Kemal (Abu Kamal), li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûriyê), navê "Ta-ad-mi-ir" tomar dike[1] lê li nivîsên asûrî yên sedsala 11ê berî zayînê wek "Ta-ad-mar" tê zanîn.[2] Nivîsên aramî yên palmîrayî bi xwe du guhertoyên nav bi awayê TDMR (yan jî, Tadmar) û TDMWR (yan jî, Tadmor) nîşan didin.[3][4] Etîmolojiya nav ne diyar e. Ravekirina standard ku ji hêla Albert Schultens ve hatiye piştgirî kirin, wê bi peyva semîtîkî ya ku tê wateya "xurme", bi tamar (תמר) ve girêdaye û bi vî awayî behsa darên xurman ên ku bajar dorpêç dike, kiriye.[5]
Navê yewnanî Παλμύρα (bi latînî: Palmîra) yekem car ji aliyê Plinius ê Kal ve di sedsala 1ê p.z. de hatiye tomarkirin û ev nav li seranserê axa greko-romayî hatiye bikaranîn.[6][7] Bi giştî tê bawerkirin ku "Palmîra" ji peyva "Tadmor"ê tê û zimanzanan du îhtîmal pêşkêş kirine; nêrînek dibêje ku peyva Palmîra guherînek Tadmor e.[7] Nêrîna din jî li gorî pêşniyara Schultens, "Palmîra" dikaribû wekî gendeliyek "Tadmor" derkeve holê lê bi rengekî nepejirkirî "Talmura", bi bandora peyva latînî palma (bi wateya palmiye, dargesp) guheriye û bûye Palmura. Li gorî binavkirina dargespên bajêr, paşê nav gihîştiye forma xwe ya dawî ya peyva "Palmîra".[7]
Plansaziya Palmîrayê
biguhêreDi vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in.(gulan 2024) |
Bajarê Palmîra 215e km bakurê rojavayê dûrî Şama paytexta Sûriyê ye.[8][9] Deşteke bê bal û pal e ku lê gelek gund, çewlik û keleh hene û bajar beşek e ji herêma ku wek Herêma Palmîrayî tê zanîn.[5] Bajar li cihekî ku bi dargespan (palmiyeyan) ve rapêçandî ye hatiye avakirin. Palmîra di navbera du çiyayên rêzeçiyayê bakur ê Palmîrayê û çiyayên başûrê rojavayê Palmîrayê de ye.[10] Li aliyê başûr û rojhilat ve, Palmîra ber bi Çola Sûriyê ve ye. Geliyê piçûk ê Elqubur ku ji çiyayên rojavayî dirêjê ber bajêr ve dibe û li bajêr ve li baxçeyên rojavayî yên waheyekê de winda bibe.[11]
Plansazî
biguhêreDi dema ku cîh, li nêzî kaniya Efqa ya li perava başûrî ya geliyê Elqubur dibe, herî kêm ji aliyê neolîtîkê ve hatine avakirin. Avahiyên destpêkê tenê ji avakirinên paşê dimînin. Bermahiyên bajarê asûriyan di bin rûniştgeha helenîstîk de têne dîtin.[12] Bermahiyên dawî li nêzîkî kaniya Efqa ya li perava başûrê geliyê Elubur in.[11] Rûniştvanên wî di sedsala yekê de ber bi peravên bakurê geliyê ve berfireh bûne.[11] Her çend dîwarên bajêr di destpêkê de li ser herdu bankên geliyê be jî, dîwarên ku di dema serweriya Aurelian de ji nû ve hatine çêkirin, beşa bakur dorpêç dike. Piraniya projeyên bîrdariyê yên bajêr li perava bakurê geliyê hatine çêkirin ku di nav wan de Perestgeha Bel heye, li ser deverek ku cîhê perestgehek berê (wekî perestgeha helenîstîk tê zanîn) heye.[13]
Çavkanî
biguhêre- ^ Arbeitman, Yl; Arbeitman, Yoël L. (1988). A Linguistic Happening in Memory of Ben Schwartz: Studies in Anatolian, Italic, and Other Indo-European Languages (bi îngilîzî). Peeters Publishers. ISBN 978-90-6831-143-3.
- ^ Fahd, T. (1977). La toponymie antique: actes du colloque de Strasbourg, 12-14 juin 1975 (bi fransî). Brill Archive.
- ^ Bubeník, Vít (1989). Hellenistic and Roman Greece as a Sociolinguistic Area (bi îngilîzî). John Benjamins Publishing. ISBN 978-90-272-3551-0.
- ^ اولفستون, أ (24 çiriya paşîn 2016). تاريخ اللغات السامية (bi erebî). دار القلم للطباعة و النشر و التوزيع - بيروت / لبنان.
- ^ a b Arbeitman, Yl; Arbeitman, Yoël L. (1988). A Linguistic Happening in Memory of Ben Schwartz: Studies in Anatolian, Italic, and Other Indo-European Languages (bi îngilîzî). Peeters Publishers. ISBN 978-90-6831-143-3.
- ^ Arbeitman, Yl; Arbeitman, Yoël L. (1988). A Linguistic Happening in Memory of Ben Schwartz: Studies in Anatolian, Italic, and Other Indo-European Languages (bi îngilîzî). Peeters Publishers. ISBN 978-90-6831-143-3.
- ^ a b c Charnock, Richard Stephen (1859). Local etymology; a derivative dictionary of geographical names. New York Public Library. London : Houlston and Wright.
- ^ Guntern, Gottlieb (10 tîrmeh 2012). The Spirit of Creativity: Basic Mechanisms of Creative Achievements (bi îngilîzî). University Press of America. ISBN 978-0-7618-5053-3.
- ^ Intagliata, Emanuele E. (16 gulan 2018). Palmyra after Zenobia AD 273-750: An Archaeological and Historical Reappraisal (bi îngilîzî). Oxbow Books. ISBN 978-1-78570-945-6.
- ^ "Palmyra". Wikipedia (bi îngilîzî). 3 gulan 2022.
- ^ a b c Kühne, Hartmut; Czichon, Rainer Maria; Kreppner, Florian Janoscha (2008). Proceedings of the 4th International Congress of the Archaeology of the Ancient Near East, 29 March - 3 April 2004, Freie Universität Berlin: The reconstruction of environment : natural resources and human interrelations through time ; art history : visual communication (bi îngilîzî). Otto Harrassowitz Verlag. ISBN 978-3-447-05703-5.
- ^ body., Kokushikan Daigaku. Iraku Kodai Bunka Kenkyūjo, issuing. al-Rāfidān : journal of Western Asiatic Studies. OCLC 1112952530.
{{cite book}}
: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ II, Andrew M. Smith (21 sibat 2013). Roman Palmyra: Identity, Community, and State Formation (bi îngilîzî). OUP USA. ISBN 978-0-19-986110-1.