Pırtımpırt (bilêvkirina bi kurdî: Pirtimpirt) xwarineke jê pêjgeha Tirkiyeyê ye. Bi taybetî li parêzgeha Kayseri li navçeya Develi tê xwarin. Jê re herwiha "kirtimburt" jî dibêjin.

Pelên mêwê tên pişirandin an tîkekirin, di quşxaneyê de tê kelandin. Tehmeke gelek xweş dide û ji siyale yan bazûyê (dîw) biçêjtir e.

Terîf biguhêre

Amadebûn : 15 deqe
Kelîn : 30 dq
Bo 4 kesan

Berkelî biguhêre

  • Nîv kg goştê bihestî
  • Nîv kg pelê mêwê
  • 2 pîvaz
  • 1 stekan (qedeh) nok
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) genimê eşûranê
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê nivîşkî
  • 1 KX mergeya firingiyê (salçeya bacanê sor)
  • Xwê, îsota sor

Çêkirin biguhêre

  • Nok û genimê xwe ji êvar de bikin nava avê. Ava wan biguherînin û di quşxaneyên cuda de bixaşînin, bidarivînin. Pelê mêwê bixaşînin. Bi kefgirê derînin, berdin nava makêşê, bidarivînin, hûr hûr hûrbikin. Aqlikên pîvazan bigirin, bi kûbîkî tîkebikin.
  • Runê xwe di quşxaneyê de bihelînin, pîvazê berdinê û heya zerayî pê ket biqijilînin. Goşt berdinê, biqelînin. Mergeyê di avê de bihelînin, tevlî xwarinê bikin. Pel, nok û genimê berdin navê, tevdin. Heya ser re derbastir bike, avê berdin ser, derxûnê bigirin, bihêlin bila bikele.

Bi germî bînin ser destexaneyê û servîs bikin.

Çavkanî biguhêre