Pîra porspî yek ji elementên çîroka Kurdî ye. Tê xewna mirovan. Heger hat xewnê sedî sed wê bûyereke nebaş biqewime. Kalê rihspî hat xewnê alîkarî dike û şîretên ravekar dike lê Pîra porspî hat xeberên nebixêr dide. Bi pirranî tê xewna mirovên nebaş, tirsonek, newêrek.