Pêlav
Pêlav, sol li lingan tê xwekirin. Cot in, ji bo porkirin, parastina lingan û aksesûarê ne.
Berê li Kurdistanê li her derê goşkar hebûn, ango pêlavçêker. Çarox û midas didirûtin. Lê sol ango pêlavên nûjen derketin, îcar goşkaran ew çêkirin.
Ferhengoka pêlavê
biguhêre- Midas, pêlavên bi destan tên dirûn, pêlavên herî biqîmet, ji çermê ne, heger ji tiştekê din bin nabin midas
- Sol, pêlavên nûjen, ji pêlavên binê wan bi hesinê dihatin perçînkirin, îro di wateya pêlav de tê bikaranîn lewra pêlavên berê êdî kêm mane, kondire
- Şekal, pêlavên kevn, pêlavên para wan hatiye dewisandin, kutandin, pêlavên erzan û çorsane. Îdîa hene ku ev nav ê herî kevn e. Koka wê heya îraniya berê diçe. Ango navê pêlavan ê herî kevnar e.
- Papûl, pêlavên zarokan, etaran difirotin, erzan ji naylon, plastîkê bûn, lê pêlavên zarokan îro ji gelek madeyan tên çêkirin
- Goşkar, solbend, solçêker, pêlavçêker, pêlavfiroş
- Soldank, cihê pêlav lê tên dayîn
- Kilaş, ev pêlaveke taybet a kurdan e ku bi destan tê çêkirin.
Cureyên sereke yên pêlavan
biguhêre- Papûl, pêlavên zarokan
- Gîzme
- Potîn
- Pêlava werzişê
- Kim, şimik, kimik, telik
- Pêlava ortopedîk
- Pêlava malê
- Pêlava gorekî
- Pêlava bi guhişk, pêlava bi panî
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |