Pêlîstokên seksî ji van aletan re tê gotin, yên ku di çarçoveya pratîkên seksî de ji bo harkirina rih û bedenê mirov têne bikaranîn.

Pêleyîstokên seksî yên rengorengo yên modern ku ji sîlîkon hatine çêkirin.

Çend pêlîstokên seksî biguhêre

Vîbrator û pêlîstokên din ên seksî bi gelemperî ji bo harkirina rih û bedenê têne bikaranîn. Vîbratorên ku ji bo armancên pratîkên seksî jî bi pirranî bi şeklê penîsan hatine çêkirin.

Pêlîstokên vajînayê biguhêre

Ji pêlîstokên ku meriv dikute vajînayê re dîldo (xirê plastîk/sîlîkon) tê gotin. Li gorî armanca bikaranînê ew dîldo xwediyê taybetiyên cuda ye.

Pêlîstokên penîsê biguhêre

Ji bo mêran aletên qulikî hene yên ku bi şeklê qulikên bedenê hatine çêkirin da ku mêr xwe pê bikişîne, pê masturbasyonê bike û xwe vala bike.

Pêlîstokên anusê biguhêre

Dîldo, ango penîsên lastîkî/sîlîkon ên ku ji bo kutandina anusê tên bikaranîn, ji yên vajînal kintirin û ji bo ku bi tevahî neketiv hindurê meriv binê wan firehtir e.

Herwiha, pêlîstokên ku ji bendên morikan pêk tên jî hene û ew jî dixin hindurê anusê û hêdî-hêdî jê kaş dikin.

Çavkanî biguhêre